Roja 24ê Hezîranê hilbijartin têne kirin
Li Tirkiye biryara hilbijartinên Pêşwext hate dayin.Piştî pêşniyara serokê MHPê Devlet Bahçelî , îro Erdogan li gel Bahçeli hevdîtinek pêkanî û piştî hevdîtinê Erdogan li gel berpirsên partiya xwe civînek kir û pêşniyara Bahçelî nirxandin.Piştî hevdîtina Tayib Erdogan konferansek rojnemevanî li darxist behsa hilbijartina kir.Erdogan got: Min li gel birêz Bahçelî hevdîtinek serkeftî pêkanî.Gelek cara em li gel Bahçeli dicivin û rojeva siyasî gotubêj dikin. Îro me pêşniyara Bahçeli ya di derbarê hilbijartinan de gotubêj kir. Me pêşniyara Bahçeli di dezgehên xwe yên berpirsiyar de nirxand.Berdewama axavtina xwe de Erdogan got: Divê em pirsa hilbijartina rojek zûtir ji rojeva welatê xwe derêxin.Me biryar da ku hilbijartin 24 ê Heziranê 2018ê de çêbibin. Di vê derbarê de karê pêwist destpê dike.Hilbijartinên parlementoyê û serokkomariya roja 24.06.2018ê de têne kirin.