Polîtîk

Rice: Obama li cîhanê de bûye sedema lawaziya Amerîka

Condoleezza Rice Wezîra Derveya berê ya Amerîka bi tundî rexne li Barack Obama Serokê Amerîka girt û got li cîhanê Obama bûye sedema lawaziyeke mezin ya siyaseta derveya Amerîka.

Rice beşdarî rêwresma 2000 beşdarbuyên kombûna salaneya komîteya endamên komarîxwaz li Kongresa wî welatî de got: Niha valahiyek heye û ew valahî jî eweye ku ji bo çi em bêdengîn. Me biryar da bi paşvekişana li helwestên xwe, bêdengiyê nîşan bidin. Me biryar da kesên din serkirdayetiya cîhanê bikin û kesên din wê valahiyê pir bikin.

Her wiha Rice balkişand li ser rûdawên Suriye, Ukranya, dûbare zîndûbûna El Qaîde li Iraq û şepola netewegerî û nîştmaniya li Çîn û got: Her dema Amerîka paşve vedikêşê, valahiyek peyda dibe û çareserkirina wan kêşeyan jî gelek zehmetin.

Condoleezza Rice bi tundî êrîş kir ser Barack Obama û got: Obama bi pasawê wê yekêye ku xelk şer û ceng bêzar bûye, xwe ji wan şikestên lawaziyên Amerîkayê veşartiye.

Back to top button