Rêzesemînerên „xwe nas bik û xwe bid nasandin“ didome: Feysel Dağlı dê qala Kurdolojiyê bike
Di çarçeweya „xwe nas bik û xwe bid nasandin“ de 6 mîn semînara Instîtûta Kurdî û YXK vê carê li ser Kurdolojiyê ye.
Navnîşan Zanîngeha Kolnê û semînardar jî Lêkolîner Faysal Dagli ye.
Feysel yek ji çend rojnamevanên Kurd yên xwedî ezmûn, lêkolîner û navdar e.
Feysel Dagli Heta niha îmzeya xwe avêtiye binê hejmarek pirtûkên lêkolînerî û li ser dîrok, mîtolojî û rewşa aktûel ya kurdan. Herwiha wî di televizyonên Medya û Roj de ji hejmarek bername re moderatortî kiriye û di medya kurdî ya rojane, hefteyî û Hwd. din xwedî rol e.
Dawî Feysel heftenameya Rûdaw derxist, cara ewil di kurdîkirina „Le Monde Diplomatique“ de roleke berçav lîst. Di semînar xwe de Feysel Dagli wê bi giranî li ser xalên li jêr û gelek xalên din yên kurdolojiyê bisekine.
Bahweriya me ew e ku wê ev semînar yek ji serketîtirîn semînarên YXK û Instîtûtê be û beşdar wê piştî semînarê bi awayekî xwebaştirnaskirî, xwurtir û agehdartir xatir ji hev bixwazin.
Kurdolojî:
13. Kurdolojî: dîroka xebat û lêkolînên li ser kurdan kevin e.
a. Navên Kurd û Kurdistanê kengî ketine nivîs û dokûmanan, çi ne serçaviyên ewil di vî babetî de ?.
b. Di kurdolojiyê de qonaxek: Bavê kurdolojiyê Maurizio Garzoniyê Italî (1787)
c. Dewletên deshelatdar û xebatên li ser kurdolojiyê
d. Xebatên li welatên erebî
f. Xebat û lêkolînên li Ewropa Rojava
g. Kurdolojiya li Rûsya, Aleksander Jaba, Qanadê Kurdo û Hwd.
h. Kurdolojiya ev demeke girêdayê „vekirin“, û „rêvekirina“ çareseriyê“ li hinek zanîngehan û Hwd. partiya AKP behs dike çi ye ? mebest û armanca wê ?
Navnîşan: Universität Köln, Haupgebäude im Hörsaal 5, Albert – Magnus – Platz 1, 50931 Köln
Dem: 03.04.2010 , saet 14:00
Organîzekirin: Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist û YXK
EuroKurd News – eurokurd.net