Nivîsar

Rexneyên “Ofra Bengio” li serkirdeyên Kurdan

Mamosteya Zanîngeha Til Evîv Pro. Dr. Ofra Bengio mijarek nivîsandiye û tê de rexneyê li serkirdeyên Kurd li Iraq û Sûriyê dike.

Pro. Bengio di vê mijara xwe de behsa wê yekê kiriye ku yek ji sedemên sereke ji destpêkirina êrîşên Sedam li dijî Îranê ew bû ku Sedam dixwest bazna sînorên Iraqê mezintir bike.

Rêkeftina Cezaîr 6ê Adara 1975ê bû di navbera Iraq û Îranê de. Di wê rêkeftinê de, tişta ku girîng bû ji bo Sedam rêgirtin û tepisandina raperîna xelkê Kurdistanê bû. Lewma jî hemû mafên Iraqê li ser ava Şetûlereb da Îranê. Lê dema ku Sedam Husên hest bi wê yekê kir ku Iraq li hemberî Îranê bihêztir e, wê demê dûbare dest bi wergirtina mafên Iraqê li ser ava Şetûlereb li Îranê.

Pro. Bengio behsa wê yekê dike ku 6ê Adara 1975 heman ew rêkeftina ku Sedam biryara destpêkirina şerê li dijî Îranê da, vêga di salên 1980 de Sedam wisa hest û fikir kir ku ew û Iraqê li hemberî Îranê bihêztir in, lewma di payiza heman salê de Sedam bi heman xeyal dest bi şerê li dijî Îranê kir û wisa bawer dikir ku di wî şerî de dê Îranê bişkînin.

Şerê di navbera Iraq û Îranê de heya sala 1988 li ser hevsengiya herdu aliyan berdewam bû, di vî şerî de serkirdeyên Kurdan ligel Îranê bûn û piştgîriya Îranê dikirin. Pro. Dr. Ofra Bengio dibêje, ew yek hilbijardeyeke şaş bû û Kurdan sûd û mifa ji rewşên wisa nedîtine.

Roja 16ê Adara 1988 Sedam Husên li bajarê Helebçe bi gaza kîmyayî li Kurdan da û 6 hezar kesan di çend deqeyan canê xwe jidest dan û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûn.

Li gorî, gotinên Pro. Ofra Bengio, vê rewşê tirseke mezin li cem Xumeynî çêkir, ji ber ku wisa hizir dikir ku egera wê yekê heye ku Sedam li dijî Îranê wan çekan bikar bîne. Xumeynî zanîbû ku Îran nikare xwe li hemberî gaza kîmyayî ya Iraqê biparêze, û ew agirbesta ku ji destpêka şer ve û heya payiza 1988ê ve qebûl nedikir, êdî qebûl kir.

Ofra Bengio dibêje, serkirdeyên Kurdan di dema şerê Iraq û Îranê de, ku bûn hevpeyman ligel Îranê, şaşîtî kirin û di wan bûyerên ku piştî wî şerî çêbûn, dersek negirtin, lewma ez dixwazim nerîna xwe li ser wan gotinên Ofra Bengio eşkere bikim.

Xalek ku pêwîst e giringî bi dema helsengandina ji bo pêwendiyên navdewletî yên Kurd û Kurdistanê were dan, ew e Kurd û Kurdistan perçekirî û parvekirî ne, ji ber wê yekê li ser asta cîhanê qad û meydan ji Kurdan re teng e. Herwiha ti derfet li pêşiya Kurdan tune ne. Kurdistan sala 1639an di navbera Împratoriya Sefewî ya Îranê û Împratoriya Osmaniyan bibû 2 perçe. Perçeyê ku di bin destê Osmaniyan de bû, sala 1920an di bin siya siyaseta Brîtanya û Fransa de bi ser Brîtanya (Iraqê) û Fransa (Sûriye) û Tirkiye de parve bû.

Ev qonax li salên 1920ê û di serdemê Cemiyeta Miletan (Neteweyên Yekbûyî) ve, ji aliyê hêzên împiryalî yên wê demê (Fransa, Brîtanya û Tirkiye) bi alîkarî û hevahengiya ligel rêveberên Ereb û Faris cîbicî bû, Yekîtiya Sovyeta berê jî pişta vê projeyê girt, ku rêkeftina bazirganî ya16ê Adara 1921ê di navbera Yekîtiya Sovyet û Brîtanya de roleke wisa dîtibû.

Kurdan di dema têkoşîna rizgariya neteweya xwe de dema ku daxwaza alîkarî û piştevaniyê ji her dewletekê kirine, herdem ji wan re gotine na. Yan jî ew dewlet bêdeng mane. Wê demê dewletên cîhanê digotin “eger em bi erênî bersiva daxwazên Kurdan bidin, dê ev bersiva me bibe sedem ku Kurdên perçeyên din jî wisa dest bi têkoşînê, ku ji ber wê yekê dê pêwendiyên me ligel Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê xera bibin.”

Her dewletekê ku Kurdan daxwaza alîkariyê ji wan kiribe, vêga Amerîka be yan Yekîtiya Sovyet be, yan Fransa yan Brîtanya yan Almanya be, herdem bersiva wan na bû, ji ber wê jî di warê pêwendiyên navdewletî de meydana Kurdan teng bû yan her nebû. (Berê xwe bidin mijara Ceyms Cêvrî derbarê sedema piştivanînekirina Amerîka li dewleta serbixwe ya Kurdan.)

Balyozê berê ya Amerîka li Tirkiye û nûnerê taybet ê Serokê Amerîka bo Karûbarê Tirkiyê Ceyms Cêvrî dibêje, sebeba sereke ya ku Amerîka piştevaniyê li dewleta serbixwe ya Kurdî nake ew e, ji ber ku hebûna navçeyeke serbixwe ji bo Kurdan li bakurê Iraqê yan başûrê rojhilatê Tirkiyê yan li rojavayê Îranê yan jî li bakurê Sûriyê, bandoreke mezin li ser wan herçar dewletan (Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye) dike. (Nêrîna Azad 9.12.2020)

Ji aliyekî din ve, dema ku Kurdan bi Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê re dest bi şer yan têkoşînê kirin, dewletên din jî li dijî Kurdan bûn. Di vê qonaxê de jibilî wan 4 dewletan, Amerîka û hêzên din wek Yekîtiya Sovyet, Brîtanya, Almanya û Fransa jî di çepera şerê li dijî Kurdan de bûn. Ew jî heya bi serdema şoreşa Îranê li sala 1979an hemû lidijî Kurdan bûn, piştî salên 1990an jî Amerîka û Yekîtiya Sovyet berdewam bûn li ser siyaseta xwe ya dijayetiya Kurdan.

Wek mînak, di roja me ya îro de jî, Rûsya di pêwendiyên xwe de ligel Kurdan, kar ji bo wê yekê dike ku Kurdan ji Amerîka dûr bixe. Amerîka jî wî karî dike, dixwaze Kurdan ji Rûsya dûr bike. Vê gotarê bixwînin: (Çetîn Çeko, Karta Kurdên Rûsya di berjewendiya kê de û li dijî kê ye, ku roja 8ê12 2020 di Nêrîna Azad de hatiye belavkirin).

Eger em li Rojhilata Navîn têkoşîna Kurdan û têkoşîna Felestîniyan bidin ber hev, dê ji me re eşkere bibe ku li Rojhilata Navîn tenê yek dijminê erebên Felestîn heye, ku Îsraîl e, lê 22 dewletên Ereban hene, ku hemû bihevre li dijî Îsraîl inl, herwiha 57 dewletên din jî ku endamên Konfransa Hevkariya Îslamî ne û ew jî li dijî Îsraîl in û piştevaniyê li Felestîn dikin. Ev dewlet hemû ji aliyê madî û manewî û dîplomatîk û leşkerî alîkariya Felestîn dikin.

Ev yek tê wê wateyê ku erebên Felestîn di nava dostên xwe de têkoşanê dikin. Dema em behsa dost û hevalan dikin, mebesta me ne tenê Sûriye, Libnan, Urdin, Siûdiye yan Misir e, lê belê mebesta me welatên endam di Komkara Erebî û dewletên endam di Konfransa Hevkariya Îslamî ye, ew jî jibilî Amerîka û Rûsya û Brîtanya û Fransa û Almanya.

Ji bo Kurdan rewş berovajî ye, Kurdan di salên 1920, 1930, 1940 û 1960 di nava dijminên xwe dêkoşîn dikirin û Îran û Tirkiye û Iraq û Sûriyê hemû li dijî Kurdan bûn. Hemûyan hewl didan ku Kurd bêhêz û lawaz bin. Armanca wan parvekirin û belavkirina Kurd û Kurdistanê bû. Kurd bêdost hiştibûn û hejmara dijminên Kurdan zêdetir kiribûn. Em nikarin bêjin dewletên wek Amerîka û Rûsya û Fransa û Almanya dostên Kurdan e. Zelal û eşkere ye ku Kurdan di dema xebat û têkoşîna xwe de qet akîkariya madî û manewî û siyasî û dîplomatîk û serbazî ji kesî nestendine.

Tê behiskirin ku Îsraîl naverasta salên 1960 alîkariyeke pir kêm daye Pêşmerge. Ji bo vêgotinê zanyariyên piştrast di destê min de tune ne, ji ber ku ne Kurdan û ne jî Îsraîl bi fermî li ser wê yekê neaxivîne. Tê gotin ku ew alîkarî bi rêya Îranê re hat pêşkeşkirin. Herwiha tê gotin ku ji bo gihandina wan alîkariyan bo destê Kurdan, rêkeftin di navbera Îsraîl û Mihemed Reza Şayê Pehlewî de rêkeftinek hatiye îmzakirin. Min çend pirtûk xwendine û tê de çend xalên li ser vê mijarê bala min kişandine, wek: Alîkariyên Îsraîl bi rêya Îranê gihane destê Pêşmerge, lê Mihemed Reza Şa bi rêkûpêkî û xweşik ew alîkarî nedaye Pêşmerge, ku ew alîkarî eger ji bo 10 kesan hatibe şandin, Reza Şa destê xwe daniye ser alîkariyên 6 heya 7 kesan, û tenê alîkariya 3 yan 4 kesan daye Pêşmerge. Vegerin bo pirtûka: (Cewdet Îroxlu, Sitratîjiya Mana Îsraîl û Kurdan).

Nerîna Reza Şa Pehlewî wisa bû: “Bila Kurdên Iraqê pirsgirêkan ji Sedam Husên re derxînin, lê qet nabe biser bikevin.” Mela Mistefa Barzanî û Pêşmerge ha ji vê rewşê hebûn, lê xwestin wan alîkariyên Îsraîl bistînin, eger kêm jî bin.

Îsraîl sala 1948an hatiye damezrandin, ji roja ku Îsraîl hatiye damezrandin, zimanê Erebî li tenişta zimanê Îbrî zimanê fermî ye li Îsraîl. Di nava Encûmena Nûnerên Îsrîal de Ereb jî hene. Têkoşîna Kurdan li başûrê Kurdistanê ji salên 1960, heya asteke bilind têkoşîn bû ji bo parastina ziman û kilturê Kurdî be. Vegerin pirtûka: (Çetîn Çeko: Bandora Rêkeftina Aştiya Îbranî li ser Kurdistanê).

Dibe ku rexne li Kurdan were kirin, li ser hevpeymaniyên wê ligel welatan di dema şer de, lê rexneya herî girîng û cidî ew e ku tevî wê rewşa xerab ya ku Kurd tê de ne, lê destê hev nagrin û nabin yek û bihvre têkoşîn nekirine û xwe nekirine endamekî civaka navdewletî. 25 Îlona 2017 û 16ê Cotmeha 2017 dû dîrokên girîng in, ku ti demê nayên jibîrkirin.

Nabe em jibîr bikin ku perçeyekî Kurdistanê li Qefqasya jî heye. Perçeyê Kurdistanê yê dikeve nav sînorên Îranê de di sedeya 19mîn de û di serdema şerê Îran û Rûsya de, ji ber rêkeftinên 1813 Gulstan, 1827 û 1828 Turkmençay di navbera Îran û Rûsya de, bû 2 perçe. Kurdistana Sor 1923 û 1929.

Niha ku behsa rewş û bûyerên Qerebaxê tê kirin, kes navê Kurdan nabêje. Di nava belgeyên navdewletî de jî navê Kurdan tune ye. Ew jî di demekê de ku beşek mezin jî wê axê a kurdan e û Kurd berî Azerî, Ermenî û Rûsan li wir bûn.

Di sedeya 7emîn a beriya zayinê Madî li ser deselatê bûn. Di Serdema Navîn de jî hikûmetên Kurdan ên Revadî û Şedadî li van navçeyan hatine damezrandin. Poşkîn (1799 heya 1837) di dema sedana xwe de bo Erizrûmê behsa wê yekê ku di riya wî de di gundên Kurdan re derbas bûye, ku gund li pey gund li navçeyê hebûn. Pêwîst e pisporên pêwendiyên navdewletî lêkolînê li ser van belge û mijaran bikin. Lêkolerê Kurd Îbrahîm Seydanî li ser vê mijarê nivîsandiye û nivîsa wî zêdetir zanyariyan dide me.

Çend têbînî

Li ser nivîseke min derbarê hevkariya di navbera PKK û Heşda Şeibî de, ez rastî rexne û gefan bûm. Nerîna min li ser van rexne û gefan bi vî awayî ye: Li Almanya û welatên din ên Ewropa hejmareke mezin ji penaberên Kurd hene, para herî mezin ji wan penaberan alîgirên PKKê ne. Em bixwazin yan nexwazin, PKK li wan welatan, pêbendî yasayên wan welatên Ewropî dibe û li gorî yasayê tevger dike.

Li bajarên Stenbol, Îzmîr, Bursa, Adana û Mersîn jî koçberên Kurd hene, ku piraniya wan koçberan jî ser bi PKK û KCKê ve ne. Li wan bajaran jî PKK pêbendî yasayên dewleta Tirkiyê ye. Li Wanê, Amed, Batman û bajarên din jî rewş wisa ye, lê li Herêma Kurdistanê PKK pêbend nabe bi vê sîstem û hikûmeta ku heye.

PKK vê sîstemê biçûk dike, sivkatî û henekê xwe pê dike û xwe li ser rêveberiya vê sîstemê feriz dike. Ev tişta ku dibe, girêdayî nefsiyet û ruhiyeta kesê dagîrkirî ye, gelê di bin dagîrkirinê de ye, ku dikeve bin ferman û biryarên ku ji derve jê re tên û cîbicî dike, lê eger di nava wî gelî de xelkek yan girûpek bixwaze deselat yan otorîteyekê ava bike, dê bêrêziyê pê bikin û kar bikin ji bo tunekirina wî, ji ber ku dewletên serdest wî wisa perwerde kirine. Dagîrker wisa wan hîn û perwerde dike ku herdem bi çavekî biçûk li hertiştê milet binerin. Ji xarinê û lixwekirina cilan heya bi kiltûr û jiyana rojane, ku bêrêziyê pê bikin. Bi vî awayî nîşan didin ku gel nikare rêveberiya xwe bike.

Ev rewş li Herêma Kurdistanê heye, Kurdistan nedagîrkirî ye. Lewma ev pêwendiyên wisa di navbera kesê dagîrkirî û dewleta serdest li Herêma Kurdistanê zêdetir bandora wan heye. Ew tiştên ku di 16ê Cotmeha 2017an de li Kerkûkê çêbûn, divê di vê çarçoveyê de were xwendin.

Ew kesên ku rexneyan li min dikin û êrîşî min dikin, kes ji wan ji PKK re nabêje Herêma Kurdistanê xwedî rêveberî û sîstema xwe, xwedî yasayên taybet e. Ti jî divê divê ti rêzê li wan yasa û sîstem û deselatên Herêma Kurdistanê bigre. Nabe hûn êrîş bikin ser Pêşmerge û dezgehên PDKê.

Hûn çawa pêbendî yasayên Holanda, Almanya û welatên din ên Ewropa û Tirkiyê jî ne, bi vî awayî jî rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigrin. Di nivîsa min de derbarê hevkariya di navbera PKK û Heşda Şeibî de li Herêma Kurdistanê, behsa 8 çalakiyên PKKê hatiye kirin. Ew kesên ku rexne li min kirine û ew 8 çalakiyên PKKê liberçav negirtine. Gelo ev helwesta wan nade xuyakirin ku ew kesên ku êrîşî min dikin piştevaniyê li êrîşên PKKê li ser Pêşmerge û navendên PDKê dikin? Ev êrîş û karên PKKê di demekê de tên kirin ku Mesûd Barzanî ji hemû cîhanê re gotiye, şerê Kurd û Kurd heram e, herwiha ew êrîş di demekê de ne ku Mesûd Barzanî pêbendî vê gotina xwe bûye. Vegerin nivîsa (Abîd Gorses – Şerê bira ya rihê Kobanî? Di Nêrîna Azad de hatiye belavkirin).

Bêguman çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdan de bi diyalogê pir girîng e, lê di serî de divê bê gotin ku Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê, rêveberiyeke naskirî û yasayî ye.

Îro artêşa Tirkiyê li navçeyên Herêma Kurdistanê ye û hejmareke mezin ji navendên wan li navçeyên ser sînor hene. PKK û KCK li şûna ku kar kirbana ji bo dûrxistina artêşa Tirkiyê ji wan navçeyan, beruvajî, hiştine ku artêşa Tirkiyê cihê xwe li Herêma Kurdistanê xweştir bike, ji ber ku eşkere û zelal e artêşa Tirkiyê gefeke mezin e li ser Herêma Kurdistanê.

Wek mirov, piştevaniyê li wan kesan, dezgeh û partiyên siyasî dikim, ku behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Kesên ku dibêjin, wê Kurd çibikin ji dewletê? Ti pêwendî û elaqeya min bi wan re tune ye, ji ber ku ev gotina dewletên dagîrker e. Dema ku ew dewletên dagîrker dihêlin Kurd bi xwe vê gotinê bêjin, serkeftineke mezin bidestve tînin. Ew hemû dewletên ku bi hevbeşî guvaşan li Kurdan dikin ji bo ku daxwaza serxwebûnê nekin, tişta ku ji destê wan tên dikin.

Li Başûrê Kurdistanê tenê barzanî bergîriyê li serxwebûna Kurdistanê dikin, ev ne tişteke nû ye, ku bêtirî 100 salî ye ev e nerîn û baweriya barzaniyan e. Dema ku Kurd bi xerabî behsa eşîret û şêxîtiyê dikin û wê yekê bi barzaniyan ve girê didin, karekî şaş dikin û xwe dixapînin ku rihê welat û neteweya xwe vedşêrin. Dema ku ez van gotinan dikin, nayê wê wateyê ku pişta min bi PDKê girêdaye, lê belê mebesta min piştavanî ye li wan hizir û nerînan.

Ew kesên ku endamê Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ne, hemû bi awayekî xwebexiş û bêpere kar dikin. Tiştekî biçûk ji bo peydakirina pêdviyên malbata min, didin min. Herwiha 2 yan 3 karmendên me li Amedê mûçe distendin. Rewşa şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Bêşikçî wisa ye. Şaxeke cuda li Hewlêrê heye û ku şaxeke cuda ye û li gorî yasayên Herêma Kurdistanê kar dike.

Di nava 100 salan de ji ber bûyerên cuda dibe ku rexne li PDK were kirin, rexne li Îsmaîl Bêşikçî were kirin, Weqfa Îsmaîl Bêşikçî jî dikare bikeve ber rexneyan. Min çi kiribe hemû eşkere û berçav in. Kar û çalakiyên weqfa me li berçav in. Dahat û xercên wê jî berçav in û kar û çalakiyên vê weqfê jî berçav in. Gotineke bêmane dibêjin, mûçexwarê Barzanî. Ji ber nivîsa min a derbarê hevkariyên PKK û Heşda Şeibî,ez rastî gelek rexneyan hatim û herwiha gelek peyam û nivîsên piştevaniyê ji min re hatine, ez spasiya wan dikim.

Îsmail Beşîkçî

Back to top button