Nivîsar

Rexne û pîvanên ehleqî

Di rexne kirinê de jî wek her tiştekî pîvanên ehleqî hene.Di siyasetê de jî wek her bûyerek civatî, helwestên insana têne nirxandin û li gora vê jî bi awayekî rexne têne kirin. Di nirxandinek objektîf de, mirov vekirî tiştên erênî û yên nebaş jî dibêje.Ev rexne dikare bandorê li helwesta kesê ku mirov rexne dike jî bike û ew kes xeletiyek kiribe xwe serast bike. Heta gelek cara mirov ji bo xeletiyên xwe û herweha ji bo helwest û kiryarên ne rast dema pêwistbe doza lêborinê jî dike.Taybetî di Tevgera Azadixwaz û Kurdistanê de rexnegirî gelek cara ji armanca xwe dûr dikeve û dikeve qalibê dijberiyek teng de. Ji berî her tiştekî siyaset kirin û cîh girtin di aliyên cuda yên siyasetê de ne dubendiya gundane. Ji aliyek din de rexne ne tawanbarkirina kesane.Bê guman xeletiyek hebe û heta kesek siyasî tiştekî ne baş bike ev yek tê rexne kirin.Lê di vê dema dawî de, hinek kes taybetî di medya civakî de bi navên sexte ez jî di nav de hinek kesayetên siyasî îtham dikin.Dixwazim bêjim ku ew kesên min ji bo helwesta min di derbarê pirsekî de rexne bikin, ez rêzê li wan digrim û dikarim bi vekirî bersiva wan bidim û kêmasî xwe îfade bikim.Lê ew kesên bi navên sexte, behsa min û hinek kesên din dikin kesên tirsonekin û ji zilametiyê wêdetir ne insanin û tu pêwendiya wan siyasetêre jî tuneye.Her insanê bixwaze behsa min bi awayekî bike, bila bi mêranî çi civata bixwazê de derkeve holê û behsa min bike.Eger kesek ji wan yên ji navê xwe fedî dikin rû bi rû derkevin himber min û tiştên di bin navê sexte de dibêjin yek ji wan bêjin ezê rêzê li wan jî bigrim.Ez baş dizanim ku ew kesên sextekar û tawanbariyê dikin hinek ji wan min nasnakin û ez neditime û tucara bi minre muhatab nebûne. Lê ew jî şûrkêşîya kesên bê zeraf dikin.Ew kesên ku di bin navên sexte de tawanbariyê dikin, bila bireyên. Yek gotin heye êz bikaribim ji bo wan bêjim.“Se direyê karwan dibûrê“ ji bo vê gotinî jî doza lêborînê li xwendevana dikim. 11.5.2016Dara Bilek

Back to top button