Polîtîk

Rexne li BDP girt û got dewlet dixebite

Tarik Ziya Ekinci li hevpeyvîneke taybet de rexne li siyaseta BDP û axaftinên Demîrtaş girt û got: em nikarin gileyiyan bikin û bibêjîn ku tiştek nayê kirin, dewlet dixebite…

Siyasetmedar Tarik Ziya Ekinci li ser pirseke ku gelo hûn xebatên BDP çawa dibînin û divê çi bike? got: Bepirsiyariya BDP gelek mezine lê bi tenê jî nikare tiştekî bike. Em nikarin BDP wekî IRA yê bişibînin. Li Irlandayê saziya medenî, desthilata saziya askerî bû, li vir de berevajî heye. Ji ber wê yekê hemû giranî li ser Kandil û Ocalane. Ew bi pêkve siyasetekî bikin divê karvedana wê jî hebe. Selahattin Demirtaş dibêje: Em li benda hikûmetê ne ku pengavên demokratik bavêje, ne xwe pêvajo dê berevajî bibe.

Her wiha Ekinci berdewamiya axaftina xwe de got: Ez vê axaftina wî baş nabînim. Tu wateya wê yekê nîne gileyiyan bikin û bibêjin tiştek nayê kirin. Dewlet dixebite. Selahattin dikare bibêje me belge pêşkêşî hikûmetê kirine û divê pengavên demokratîk bavêje, em daxwaz dikin di vî derbarî de daxuyaniyek bikin. Em nikarin bibêjin tiştek nayê kirin û li vir de bê bawerî heye û gileyiyan bikîn. Li hemberî vê jî helwesta tunda Hikûmetê ne tiştekî raste.

 

Back to top button