Rêxistinên Swêdî û Kurdistanî pêkve kar dikin
Bi mebesta bi hêzkirina peywendiyan û encamdana zêdetirê karên xêrxwaziyên li Herêma Kurdistanê, li serdaneke welatê Swêdê Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana baregeha rêxistina Swedish Human Birch kir ku nêzîkî 2 sale li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî karê xêrxwaziyê encam didin.
Roja 12/01/2015 li serdaneke welatê Swêdê Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta destxweşî û berdewamiya karê hevbeş ya li gel wan da, serdana baregeha serekî ya rêxistina Swedish Human Birch ya li wî welatî kir. Li hevdîtineke di navbera Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya karên berdewamiyên rêxistinê kir ku li Herêma Kurdistanê bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karê xêrxwaziyê û xizmetkirina penaberan encam didin. Heman demî de Serokê Dezgehê hêvî xwest peywendiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Swedish Human Birch pêş bixin û li paşarojê de karên cîddîtir û baştir û mezintir pêkve encam bidin.
Li beramber da berpirsên rêxistina Swedish Human Birch xweşxaliya xwe bi vê serdana Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîşandan û soza karên hevbeşa zêdetir û pêşketîtirê peywendiya di navbera rêxistina wan ya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîşanda û hêvî xwest li paşarojê de karên girîngtir û hêjatir ji bo penaberan û lêqewimiyên li Herêma Kurdistanê encam bidin, heta ku bikarin li wê rêyê ve beşekî zêdeyê penaberan ji êş û derbederî û xerapiya jiyana koçberan rizgar bikin. Li dawiya hevdîtina di navbera Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsên Rêxistina Swedish Human Birch tekez li ser encamdana karên zêdetir ya li Herêma Kurdistanê kirin ku bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam bidin.