Rêxistinên sivîl li bakûr dixwazin kurdên rojav bibin yek
Komele û saziyên sivîl yên bakûrê Kurdistanê dixwazin kurd li rojavayê Kurdistanê bi hev re di bin serokatiya eniyeke mişterik a neteweyî de siyasetê bikin û bi hev re îdareya welêt bikin û li gor wan komele û saziyan eger kurd li rojava bibin yek dê başûrê Kurdistanê jî alîkariya wan bike.
Îsmet Aydemîr peyvdarê Însiyatîva Azadî ji Rûdawê re got: ”Divê hemû aliyên kurdî qîmetê bi peymana Hewlêrê bidin û wê jinûve zîndî bikin, di heman demê de divê rayedarên başûrî Kurdistanê jî erka bikeve ser milên wan cîbicî bikin û alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.”
Her li dor vê mijarê Îmam Taşçier serokê DDKDê dibêje: ”Her çiqas PYD li rojavayê Kurdistanê rêxistinek xurt be jî, lê li wir rêxistin, partî, eşîr, sazî û desgeh yên cuda hene, divê ku, ew rêxistinên hene di nav xwe de li hev bikin, ege rew li hev nekin û hev du qebûl nekin, diniya jî wan nas nake û qebûl nake.”