Nivîsar

Rewşenbîrî li bakurê Kurdistanê mirî ye!!!

Behsa nûjeniyê dikin. Lê wê nûjeniyê ne ji bona xwe, ji hinên din re dixwazin. Behsa berhemên nû dikin. Lê nikare û newêrin wê berhemê li ser asasê rastiyê biafirîne.

Bûbê Eser

Rewşenbîrî çi ye???

Rewşenbîrî ew e ku li hember zilm û zordariya li gelê wî tê, derketandin e. Rewşenbîrî ew e ku li hember wêranî û talankirina gelê xwe, derketandin e. Rewşenbîrî ew e ku berhemên xwe li ser asasê rastiya gelê xwe afirandin e.

Rewşenbîrî erk û wazîfeyeke ku ji bona gelê xwe dinivîsînin û dibêjin. Loma jî rewşenbîrî li ser asasê rastiyê hatiye xuliqandin ku ji bona şevreşa gelê xwe ronî bikin.

Hezar mixabin ku di nava kurdan de û bi taybetî li bakurê kurdistanê erk û wazîfeyên rewşenbîrî mirî ye an kuştin e. Ji bona çend quruş pere, ji bona meqam û kursiyekê, ji bona weşandina berhemeke xwe, piraniya wan pir bi rehetî dikarin wê erka pîroz bavêjin û bibin deng û rengên desthilatan.

Rewşenbîr divê bê tirs bin. Lê mixabin piraniya rewşenbîr û siyasetmedarên me li bakurê Kurdistanê hatine xesandin. Rastiyê dibînin lê nanivîsînin. Malwêraniyê dijîn lê newêrin bêjin. Loma dema di nava miletê kolonî  de li hember şaşiyan rewşenbîr bêdeng bin, siyasetmedar nebêjin, hûn bizanibin ew milet têk çû ye.

Armanca nivîsandina romana min SAPO ew bû ku him cesaretê bidim rewşenbîran û him jî bi vê, rastiya ku nifşê me (1965.2000) têde dijîn û jiyabûn bidim nifşê nû. Min bi nivîsandina vê romanê xwest nifşê nû rastiya me fêr bibin û bizanibin ku em ji ku heta kîderê hatine. Bi hêviya ev berhem bibe çirûskek da ku êdî rewşenbêrên me xwe ji bin wê tirs û xofa niha tê de dijîn azad bikin. Bi mejiyeke rast, bi baweriyeke durust û bi helwestên rewşenbîrane erkên xwe bînin cih.

Lê mixabin  hê jî hin rewşenbîrên me yên ku vê romanê digirin ango ji wan re weke diyarî tê dayîn, newêrin reqlama wê bidin ku ev weke diyarî girtine. Piraniya wan jî nikarin li ser wê hin dîtinên xwe bêjin. Ji bona li ser wê ango SAPO nenivîsînin bi sîtilan avê ji çemê bê av tînin…

Heta ku rewşenbîrên me bi tirsonekî bijîn, heta ku rewşenbîrên me rastiyê nebêjin, heta ku rewşenbîrên me zîncîra bêdengê neqetînin, hûn bizanibin ku zehmete bakurê Kurdistanê azadî û serxwebûn bibîne

Piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên me her dibêjin û tînin zimên ku divê em xwe biguherin. Lê kes ne xwe, dixwazin hinên din xwe biguherin. Behsa nûjeniyê dikin. Lê wê nûjeniyê ne ji bona xwe, ji hinên din re dixwazin. Behsa berhemên nû dikin. Lê nikare û newêrin wê berhemê li ser asasê rastiyê biafirîne. Lê kesek behsa sedema bêdengiya xwe û rastiya civatê nakin û nanivîsînin. Heger herkes berê ji xwe de destpê bikin, em ê bibin xwedî civateke rast û bê tirs…

Nivîskarek ji bona pirtûkên xwe bide weşandinê, nikare, newîre û naxwaze rastiyê binivîsîne. Ji ber ku ew rastî dikare hin berjewendiyên wî yên şexsî têk bibe.

Piraniya siyasetmedarên me nikarin tahlîlên rast û malwêraniya ku hin tînin serê gelê me bi wêrekî bêje û binivîsîne. Bi vê jî ji bîr dikin ku siyaseta welatparêzî di bin konê tirsê de nabe û bi sernakeve.

Bêdengiya rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên bakurê kurdistanê, gelekî xerab e. Ji ber vê roj bi roj ziman têk dihare, ruhiyeta kurdistanî wenda dibe.

Îcar hûn bifikirin ku bi van siyasetmedarên ku nikarin rastiyê bêjin, bi wan rewşenbîrên ku tenha xwe û berjewendiyên xwe difikirin, azadiya kurdistanê zehmet e. Bi siyasetmedarên tirsonek siyaseteke neteweyî nayê pêkanîn. 

Ji ber vê  ye ku îro li bakurê kurdistanê siyaset mirî ye, Ziman di sikratê de ye. Ruhiyeta neteweyî nemaye û qel berbi  tunebûnê diherike.

Back to top button