Rewşa nuha û paşeroja Rojhilata Navîn
Civata siaseta derve û bergiriyê a rusî, ajansa nûçeyan a rusî, govara Rusiya û siyaseta derve, ji bona minaqeşekirina rewşa welatên erebî û bi tyabetî rewşa Rojhilatanavîn, li bajarê Cuçî li Rusiyayê li jêrnavê (Rewşa nuha û paşeroja Rojhilata Navîn) konfrenesk saz kir. Di ronfrensê de nêzîkî 100 kesayetîyên siyasî û akademîk beşdar bûn.
Hêmin Hewramî endamê civata serokatiyê û berpirsê ofîsa merkezî ya peywendiyên derve ya Partiya demokrata Kurdistanê bi nûneratiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî konfrensê bû.
Hewramî dibêje:
– Berya heyamekî Nêçîrvan Barzanî ji bo wê konfrensê bi fermî hatibû vexwandin, lê ji ber meşxoliya wî bi pêkanîna kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê nikarî beşdarî konfrensê bibe û ez bi nûneratiya wî beşdarî konfrensa navborî bûm.
Hewramî got ku Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusyayê beşdarî konfrensê bû û:
– Me bi wî re hevdîtineke taybet pêkanî, me silavên serok Barzanî û kaka Nêçîrvan Barzanî gihandin wî. Herwesa ji bo vexwandinê jî me sipasiya Biogdanov kir.
Paşeroja Sûrya, tecrûbeya Lîbiya û Tunis, paşeroja îslamiya siyasî û rola Îran, Tirkiye û Erebistana Siudî û tesîra siyaseta Rusiyayê li deverê ew mijar bûn ku di konfrensê de hatine minaqeşe kirin.