CivakRojev

Rewşa miriyê penaber…

Hin kesên oldar ji min dipirsin, dibêjin:

. Rewşa miriyê li biyanistanê çewan e?

Yani eger yek ne li welatê xwe bimre û ew mirî li welatekî biyanî bête veşartin, rewşa wî çiwan e? 

Bêguman penabertiya li welatên biyanî, ji bo zindiyan pir zehmet e. Herweha penabertiya miriyên li biyanistanê jî, ji ya zindiyên penaber zehmettir e. 

Nimûneyekê li ser dayika xwe bidim:

. Bavê me ji sala 1957 hetanî 1964an li Serhedê meletî dikir. Gundiyên wan herêman pir zêde ji me re baş bûn ku êdî nayê gotin. Lê dayika me hertim digot: ”Ax welat, wax welat…” Rehmetiya Dadê bi hesreta herêma Reşkotan û ya Xerzanê bû. Û digot: ”Eger ez vegerim welatê xwe, ez ê kemberekê ji pûş çêbikim û bidim pişta xwe.”

Bêguman her kes bi welatê xwe serbilind e. 

Tenê serbilindî jî ne bes e, lê divê meriv xwediyê du tiştan be:

YEK: Gorên bav û kalên meriv li wirê bin.

DIDO: Meriv xwediyê zevî, xanî, yan bax û baxçeyan be.

Eger perçeyek zevî, xaniyek an baxçe û rezek li ser navê meriv nebe, herweha eger gorên bav û bapîrên meriv jî li wirê nebin, eger meriv li welatê xwe be jî, meriv biyanî ye. 

Hin kes hene zeviyek, du zeviyên ku ji bavê wan mane difiroşin û diçin li bajarekî bi cih dibin. Ew kes di bajaran de wenda dibin û piştî 40-50 salî zarûkên wan nizanin ku ew ji kurê ne.

Bêguman meriv di bajaran de nayê xuyakirin. Çendî ku xaniyê meriv hebin jî, meriv tê de wenda ye.

Di van 20-30 salên dawîn de Kurd li gelek welayên biyanî belav bûne. Herweha gelek Kurd jî ji Kurdistanê reviyane û çûne li bajarên Tirkiyê bi cih bûne. Dema kal û pîrên wan dimirin jî, li wan bajaran vedişêrin. Ev hawe jî karesateke mezintirîn e ku ew bi destên xwe li xwe dikin.

Kurdek bi navê ROSTEM, li navçeyeke bajarê Izmîta Tirkiyê dema miriye, wesyet li kurê xwe kiriye ku wî yan bibin welatê wî, yan jî li gundekî li çiyayê wê herêmê veşêrin.

Kurê rehmetê bi xwe weha gote min: 

”Dema bavê min mir, ez çûm sê gundan jî, gundiyan miriyê biyanî li goristana gundê xwe qebûl nekirin.”

Bêguman çi gund û bajarê ku miriyên meriv lê nebin, ew ne yê meriv in

Ji ber hindê pir girîng e ku Kurd miriyên xwe yên ku li biyanistanê dimirin, bibin Kurdistanê û li goristana gundê xwe veşêrin.

Her şad û bextewer bin…

07/ 10/ 2021

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button