Nivîsar

Rewşa Kurdan li bakurê Kurdistanê

Serok û rêberên tevgerên kurd yên di wê zîndanê de. Îro piraniya wan kurdî bi kar neynin û li malên xwe bêdeng in…

Bûbê Eser

Piştî dabeşkirina Kurdistanê di navbera çar dewletên devbixwîn de, heta roja îro tu caran rewşa bakurê Kurdistanê weke niha xerab nebû ye..

Piştî damezrandina Komara tirkiyê, wan hêdî hêdî dest bi talankirin wêrankirin û ji holê rakirina kêmneteweyên nava xwe kirin. Ji yên hindik û  kêmqawet destpêkirin. Bi hemî metodên ne mirovane li ser serê wan ceribandin. Heta ku hemî bi temamî bêdeng kirin. Bi vê nesekînin, kirin tirk. Ji .xwe projeya Lozanê ew bû ku di sed salan de, van dagirkerana, netew û kêm neteweyên di nava xwe de nehêlin. Hemiyan bikin tirk, ereb û faris

Piştî vê jî dagirkerên tirk destpêkirin dê çawa kurdan weke kêmneteweyên din, bêdenng bikin û biqedînin. Şer, qetlîam û komkujiyên mezin li hember kurdan pêk anîn. Lê bi ser neketin. Şerê wan yê herî mezin û dawî li bakurê Kurdistanê li Dêrsêmê bû ku di sala 1938an de bi wêraniyeke mezin dawî lê anîn.

Piştî şerê Dêrsîmê, xwestin êdî bi rê û olaxên cûda kurdan tune bikin. Tunebûna wan jî dê ji ziman de destpê bikira. Ji ber ku dagirkerên tirk xwedî tecrûbe bûn. Loma wan dizanîbûn ku çi dema zimanê miletekî nema ew milet jî diqede.

Ji ber qanûnên nû li hember kurdî axaftinê derxistin. Kesên bi kurdî qise dikirin cezayê peran didan wan. Ev jî ji bona kurdan barekî giran bû. Lê kurd ji bin vî barê giran jî derketin û kurdiya xwe neterikandin.

Karbidestên tirk dîtin ku bi vî awayî jî nabe. Loma dest bi vekirina dibistanan kirin ku zarokên kurdan di wan dibistanan de perwerde bikin da ku ew zimanê xwe ji bîr bikin. Lê dîsa bi serneketin. Ji ber ku wê demê di malan de tenê kurdî hebû û bi wî dihate axaftinê. Zimanê kurdî wê demê ê kirîn û firotinê li bazaran bû. Ji ber ku wê demê di nava xelkê de axaftina zimanê kurdî hebû. Lê îro ew tune ye.

Piştî şoreşa îlonê li başûrê kurdistan û bi vekirina PDKT di sala 1965an de êdî liv û tevgerên xwendevan û xelkê çê dibûn ku li xwe hay bibin û bizanibin ku ew kurd in. Zimanê wan kurdî ye. Dagirkeran dîtin ku bi vê jî nikarin bi serbikevin. Vê carê ”yurdên” ango cihên ji teref dewletê ji bona kesên feqîr bixwînin li wir razên û belaş xwarinê bixwîn, vekirin. Di virde bi perwerdeyên nijadperestî hinekî bi serketin. Lê dîsa bi temamî weke wan nebû.

Piştî salên 1970 heta 1980 şiyarbûna gelê kurd, xwendin û zanabûna xwendevanên kurd roj bi roj bi pêş diket. Hingî bi pêş ket, karbidestên tirk nerî ku weha nabe. loma rêxistina xwe ya li ser navê kurd dane vekirin. Lê ew jî bi serneket. Ji ber vê mecbûr man ku darbeyeke leşkerê di roja 12.08.1980 pêk anîn û bi hukmê leşkerên xwe agir ji nûde bera Kurdistanê dan. Partiya xwe xurt kirin. Îro bi saya wê partiyê kurd ji  kurdbûna wan dûr xistin. Ziman, adet û toreyên kurdan bi saya wê rakirin.

Tofaneke weha rakirin ku bê ya star. Ter û hişkên Kurdistanê bi hevre şewitandin. Ev jî têra wan nekir. Zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî vekirin. Bi hezaran xwendevan, gundî û karkerên kurd girtin. Di êşkenceyan de derbas kirin û avêtin wê zîndanê.

Di wê zîndanê de metodên pir hovane bi kar anîn da ku kesên girtî di wirde bikin tirkên baş. Ji ber ku ew zîndan bû mîladek nû ku kurdan bêdeng bikin. Tirs û xofekê bixe nava kesên di wê zîndanê de bûn. Weha kirin ku dema derkevin jî bi wê tirsê bijîn û zimanê tirkî bi kar bînin.

Aha karbidestên tirk bi vekirina wê zîndanê bi serketin. Kesên ji wir derketin piraniya wan êdî bi kurdî qise nekirin. Wan kadroyên ku gel hêvî ji wan dikir ku wê rojekê welatê xwe azad bikin. Bi temamî teslîm bûn. Gelek ji wan qehramanên wê zîndanê. Serok û rêberên tevgerên kurd yên di wê zîndanê de. Îro piraniya wan kurdî bi kar neynin û li malên xwe bêdeng in. Ji xwe daxwaza karbidestên tirk ya ku kurdî ji nava kurdan rake, bi serket. Sedema wê jî kesên ji wir derketin û xwedî li zimanê xwe derneketin bû. Îro jî piraniya wan bêdeng in û bi halê xwe ve mijû in. Tu dibêje qey van canik û camêrana serok û rêbertiya partiyên xwe nekiri bûn û ne endamên partiya xwe yî çalak bû.

Îro herin bakurê kurdistanê, hûnê bibînin ku êdî zarokên kurdan di malên xwe de bi kurdî qise nakin. Yên bi tirkî jî mezin dibin. Şikil û rengê tirkbûnê digirin. Îro dibêjin ez kurdim. Zarokên wanê bêjin; kal û pîrên me kurd bûn. Jê û pêve wê êdî xwe ji bir bikin û bibin tirkên baş ku tiştên karbidestên tirk dixwestin di wê zîndanê de pêk anîn. Loma niha tirk û rêvebirên wan rehet û bê tirs dijîn.

Îro çawa wan, kêm neteweyên li tirkiye hemî kirine ji tirkan bêtir tirk. Niha dora kurdan e ku ew jî bibin tirk. Îro di nava salmezinan de kurdî heye. Piştî ew mirin zarok û nebiyên wan dê kurdî qise nekin. Loma ji niha de diyar dibe ku nifşek an du nivşên din dê kurd jî bibin tirk. Em hemî dizanin ku ziman hebûne. Lê em qet qîmet û rûmeta wê hebûnê nagirin.

Dema ciwanên miletekî bi zimanê xwe, bi adetên xwe mezin nebe, êdî ew milet têk dihare. Niha rewş bakurê kurdistanê ev e. Li gor min ev ne di bala partî û rêxistinên me de ne. Loma hê jî xwe ji tirkî dûr nexistine û naxin. Hê jî bawer dikin ku wê salmezinên heftê salî kurdistanê azad bikin…

Heger ew qîmet û rûmeta zimanên xwe bizanibin. Fêr bibin ku ziman nemîne wê weke milet jî nemînin. Wê Tirkî li hemî endamên xwe qedexe bikin. Wê weşanên xwe êdî bi tirkî nekin. Divê rojname, kovar û malperên xwe yên li ser internetê bi tirkî neweşînin.

Heger ev rewşa niha weha berdewam bike. Hûn bawer bikin du nifşên din êdî kesê bi kurdî nizanibin. Em ê jî bibin weke Lazan, Asûrî û Surwaniyan. Ji ber ku karbidestên tirk sîstema xwe danîne û ew sîstem ji bona kurdan bike tirkê baş, kar dike. Lê ev ne di xema hin rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd de ye.

Berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin. Propaganda û bi hevre  bi tirkî sohbet dikin. Televizyon û di malperên xwe de bêtirîn cih didin zimanê  tirkî. De ka miletê çawa kurdî fêr bibe?

Partiyên me yên siyasî nikarin derkevin kolanan. Tim di nava çar dîwaran de û ji bona çend salmezinan qaşo konferans û semîneran didin. Heta ev rewş weha bidome wê halê me kurdên bakur jî ev be. Em ê roj bi roj bi agirê zimanê tirkî bişewitin,heta ku ew agir, me bike xwelî. Ji xwe ji Xweliyê jî tiştek çênabe…

Çareseriya vê jî di eniyeke neteweyî de ye. Heger hemî partî, rêxistin û dezgehên ji xwe re dibêjin em neteweyî ne. Kesên serbixwe, nivîskar û rewşenbîrên kurd, hêza xwe di bin eniyeke neteweyî de  nekin yek. Zimanê tirkî li endamên xwe qedexe nekin. Berhemên kurdan yên bi tirkî nexwînin, nekirin û belav nekin, pêşiya ciwanên xwe venekin û wan nekin desthilat û rêber. Em ê di nava çerxa sîstemê de bêne hêrandin.

Back to top button