Operasyona Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê didome û îro jî 5 gund ji aliyê Pêşmerge ve hatin azadkirin. Duh danê sibê bi fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li eniyên Xazira Mûislê û Guwêra Mexmûrê operasyonek berfireh li dijî DAIŞê hat destpêkirin. Li gorî agahiyên BasNewsê, di operasyona duh de 6 gund li nêzîkî Mûsilê hatin azadkirin, îro jî 5 gund hatin azadkirin. Li gorî ku fermandeyên operasyonê dibêjin, heta niha 120 km2 ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye azadkirin û operasyon heta niha jî didome. Li eniya Guwêrê jî, hêzên Pêşmerge rêya sereke ya navbera bajarê Mûsilê û bajarokê Guwêrê jî azad kirine. Ji duh de bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û komek ji wan jî bi saxî hatine girtin.
Pêş
28/07/2026
Li Hewlêrê êrîşî Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin
27/07/2026
264 parlamenterên berê ji CHPê îstifa kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close


