Rêveberiya yasayî vedigere Şingalê
Rêveberiya yasayî ya Şingal û her sê nahiyeyên wê vedigerin navçeyê û karmendên wê dest bi karên xwe dikin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Seydo Çeto ji Rûdawê re ragihand, “Wek rêveberiya parêzgeha Neynewa, parêzgar û serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê, êvara roja yekşemê (28-10-2018) li Fermandariya Operasyonên Newnewayê li Mûsilê li gel fermandarê ewlehiya parêzgahê, di derbarê vegerîna rêveberiya yasayî ya Şingalê de kom bû, ku Fermdarê Operasyonên Neynewayê, Fermandarê Polîsan, Nûnerê Heşda Şeibî, Îstixbarat û Ewlehiya Nîştimanî û fermandarên firqeyên 15, 16 û 20a beşdarî civînê bûn.”
Serokê Encûmena Neynewayê amaje bi wê yekê kir ku di civînê de biryar hat dayîn ku rêveberiya yasayî ya Şingalê û her sê nahiyeyên wê vegerin Şingalê û dest bi kar bikin, ku ji van pêk tên:
– Mehma Xelîl, Qaymeqamê Navçeya Şingalê
– Weys Nayif, Serokê Encûmena Navçeya Şingalê
– Nayif Seydo, Rêveberê Nahiyeya Sinunê
– Elyas Xizir, Serokê Encûmena Nahiyeya Sinunê
– Ebdulhemîd Qasim, Rêveberê Nahiyeya Bilêc
– Êzidîn Nadim, Serokê Encûmena Nahiyeya Bilêc
– Xidir Xudêda, Rêveberê Nahiyeya Giruzêr
– Seydo Xişo, Serokê Encûmena Giruzêr
Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê derbirî ku biryar e rêveberiya yasayî ya navçeya Şingalê roja çarşemê (31-10-2018) bi awayekî fermî vegere û bi fermî berpirsên rêveberiyê jî hatine agahdarkirin.
Herwiha Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ev biryar ji Rûdawê re piştrast kir û bal kişand ser ku civîna bi rêkevtin û agahdarkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û rêveberiya parêzgeha Neynewayê hatiye birêvebirin û biryar hat dayîn ku tevahiya berpirsên navçeya Şingalê vegerin.
Qaymeqamê Şingalê destnîşan kir ku artêş û hêzên ewlehî yên Iraqê soz dane ku asayîş dê bi destê rêveberiya Şingalê were berdan.