PolîtîkRojev

Rêveberê Giştî yê Tevgera Goranê dest ji kar berda

Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê bi daxuyaniyekê li ser şikesta tevgerê di hilbijartinên giştî yên Iraqê de ragihand; weke hilgirtina berpirsyariya vê qonaxa hestyar, Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê biryar da ku dest ji kar berde.

Di Tevgera Goranê de Xaneya Raperandinê asta herî bilind a tevgerê ye û ji Rêveberê Giştî yê Tevgera Goranê Umer Seyîd Elî, Sekreterê Civata Niştimanî Kamil Qadir, Sekreterê Karûbarên Fraksiyonan Sefîn Mela Qere, Sekreterê Karûbarên Bajaran Aso Rehîm, Sekreterê Karûbarên Jûran Derbaz Mihemed, Sekreterê Karûbarên Xelkê Birzo Mecîd û Serokê Civata Giştî Cemal Hacî Mihemed pêk tê.

Xaneya Raperandinê eşkere kir ku weke hilgirtina berpirsyariya vê qonaxa hestyar, Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê biryar da ku dest ji kar berde û di demeke kin de desteyeke demkî ji bo birêvebirina tevgerê were pêkanîn.

Berpirsek ji Tevgera Goranê ji K24ê re ragihand; hîn mijara vekişîna Goranê ji hikûmeta xwecihî û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye rojevê û li ser vê mijarê biryarek nehatiye dayîn.

Tevgera Goranê di 25ê Tîrmeha 2009an de weke tevgerek beşdarî proseya hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê bû û karî ji 111 kursiyên parlamentoyê 25 kursî bi dest bixe.

Goran di hilbijartinên giştî yên herî dawî yên 10ê Cotmeha 2021ê de ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê birêve çû, ti kursî bi dest nexist.

Back to top button