Reutersê: Serdana Erdogan bo Amerîkayê hat paşxistin
Hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden a li Washingtonê hat taloqkirin. Reuters’ê nûçeya ku weke “nûçeya herî dawî” ragihandibû, li ser esasê rayedarekî Tirk nirxand. Rayedar bi şertê nepenîtiyê axivî û diyar kir ku wê di demeke nêz de dîroka nû ya hevdîtina Erdogan-Biden diyar bibe.
Tê payîn ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di meha Gulanê de biçe DYA’yê.
Di nûçeya Reutersê de ku li ser zarê rayedarekî tirk ku navê wî nehate zanîn, hat ragihandin ku ji ber guhertina bernameya Erdogan hevdîtina Erdogan û Biden hat paşxistin. Rayedar diyar kir ku wê di demeke nêz de roja nû ya hevdîtinê diyar bibe.
Qesra Spî der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden de daxuyaniyeke fermî neda.
Serdana Serokomar Erdogan a Washingtonê dê bibe yekem. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden heta niha li Washingtonê mazûvaniya Erdogan nekiriye.