Cîhan

Reuters: Kompanyayên mezinên tirkiye îflas dikin

Li gor raporeke ajansa Reuters dide zanîn, piştî daketin û bêqîmetbûna lîreya tirkî li beranber dolarê Amerîkî gelek şîrketên mezinên tirkiyê ber bi îflasbûnê ve diçin.

Şîrketên ku projeyên herî mezinên tirkiye avadikin, ji ber daketina lîreya tirkî % 14 ziyan li ber wan ketiye û gelek deyndarbûne û ji neçarî karên xwe nîvco dihêlin. Şîrketên mezinên tirkiyê ji ber ku deyndarê derekî ne berev îflasê ve diçin.

Her wiha li vê raporê de hatiye eşkerekirin ku nirxê lîreya tirkî bernaber dolarê Amerîkî ji salên di navbera 2015 – 2019 %21 zêdebûye û dolar 2 lîreyî bûye 6 lîre.

 

Back to top button