Parêzgerê Nînowa Necim El Cibûrî hûrgiliyên rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê yên derbarê Şingalê de aşkera kir û ragehand ew rêkeftin bilez vegera êzdiyên koçber misoger dike.
El Cibûrî got: ‘’Qeza Şingalê zerer û ziyanên mezin bi destê terorîstên DAIŞê berket. ‘’Rêkeftin li ser jî nû ve rêxistin kirina rewşa îdarî û rewşa ewlehiya Şingalê ye. dosyaya ewlehiyê dê ji polîs re bê dayîn. Çi artêş be çi Heşdî Şeibî ve û her aliyek din be rewşa ewlehiyê ji wan tê standin.’’
Herwaha got: ‘’Di rêkeftinê de hatiye gotin, dê îdareyeke nû bo qezayê bê helbijartin, ku ji aliyê temamê xelkê Şingalê ve bê qebûl kirin. Bi rêya helbijartina qaymeqameke nû û bi awayekî rêveberiya nahyeyan ve dê pêkbê.’’
Parêzgerê Nînowa got: ‘’Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî giringiyeke mezin dide Şingalê. Rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê jî bo vegera bilez a êzdiyan gelek giringe.’’