Polîtîk

Rêkeftina navbera Alpartî û PYDê û bûyera Amûdê

Nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) diyar kir ku, Desteya Bilind ya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li ser binemayê rêkeftina Hewlêrê hate avakirin û birastî jî pênigaveka giring bû, lê nûnerên PYD yên di nav Desteya Bilind de bizav kirin hemû tişt di bin çavdêriya wan de bê kirin û gelek kar bê agahdariya endamên din yên Desteyê hatine kirin û ji ber vê yekê jî 3 endamên Destiyê dest ji karê xwe berdan.

Seyid Umer nûnerê El-Partî li herêma Kurdistanê ji rojnama Evro re ku, li bajarê Duhokê weşana xwe dike,  got:

          – Nûnerên PYD yên di nav Desteya Bilind ya Kurdî de endamên din yên ser bi Encûmena Niştimanîya Kurdî ve bê rol biştin û gelek caran jî kar bi navê Desteya Bilind  hatine kirin ku tenê endamên PYD jê agahdar bûne û ji ber vê yekê jî Desteya Bilind ya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê nikarî rola xwe bibîne û piştî rûdana Amûdê jî 3 endamên Destê yên ser bi Encûmena Niştimanîya kurdî dest ji karê xwe kêşan.

          Di navbera me û PYD de demeke danustandin hene û beriya rûdana Amûdê em li ser gelek xalan jî rêkevtbûn û wan bo du rojan delîve ji me xwastbû da digel hevalên xwe behsê naveroka rêkevtinê biken. Lê beriya du roj temam bin ew bûyerên Amûdê çêbûn û ji ber vê yekê jî carê ew rêkevtina me li gel PYD wisa maye.

Nûnerê El-Partî di berdewamiya axavtina xwe da ew yek jî diyar kir ku heke PYD pêgiriyê bi rêkevtina Hewlêrê bike dê hemû pirsên ku hene bêne çareserkirin û:

 

          –  Em jî ji bo vê yekê bizavê dikin.  Em rijdîn li gel PYD rêkevtinekê çêbikin, çunku yek ji xalên herî giring ya rêkevtinê ku me divê çê bibe eve ku şerê birakujî li Rojavayê Kurdistanê bihête heram kirin û eve jî ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê dê destkevtineka mezin be.

Back to top button