Polîtîk
Rejîma Îranê li Silêmaniyê pêşmergeyekî Komele kujt
Çalakvanê siyasî yê Kurd û pêşmergê Komela Kurdistana Îranê Şueyb Zariî, li nêzî baregeha vê partiyê li bajarê Silêmaniyê hat kujtin.
16ê Adara 2024an, endamekî Komela Kurdistana Îranê yê bi navê Şueyb Zariî yê temen 34 salî û xelkê Sine li nêzî kampa vê partiyê ji alî hêzên rejîma Îranê ve hat kujtin.
Şueyb Zariî nêzîkî kampa “Zirguwêz” ya Komelê bi çeka demançê hat kujtin.
Çapemeniya partiya Komelê di vê derheqê de raporek kurt belav kirin û tê de diyar kir ku “li pişt kujtina Şueyb Zariî Komara Îslamî ya Îranê heye”.
Şueyb Zariî xelkê gundê “Texte” yê ser bi bajarê Sinê ye û 10 sal in pêşmergeyê Komelê bû.