Di derbarê êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê, di medya Erebî de hinek nûçeyên balkêş têne belav kirin.Tê îdia kirin ku ji berî erîşê du cara berpirsên rejimê û PYDê hevdîtine. Rejimê xwestiye ku YPG hinek ciha radestî wan bike. Li himber vê jî rejima gotiye: Emê we dijê êrîşên Tirkiye biparêzin û em rê nadin Tirk ezmanê me bi karbînin.Hevdîtina dawî di navbera berpirsên rejimê, Rusya û YPGê de pêkhatine û cardin li hev nekirine.Li ser van hevdîtina berpirsek yê TEV-DEMê Aldar Xelil di axavtinek ya xwe di Stêr tv ê de dibêje: Suriye ji me xwest em li Efrinê û hinek deverên Dêrezorê radestî wan bikin. Lê Rusya rê neda ku em û rejim li hev bikin.Herweha berpirsên rejimê jî didin xûyakirin ku, Amerika rê nedayê em û PYDê li hevbikin.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025