Polîtîk

Rêjeya bêkariyê li Iraqê % 46 û Kurdistanê % 5 e

Wezîrê Kar û Karubarên Civakî ya Hikumeta Federal eşkere kir ku rêjeya bêkariyê li Iraqê gihiştiye sedî çil û şeş û eve jî bi rewşeke metirsîdar da zanîn.

Nesar Rubey’î di çarçoveya beşdarîkirina xwe ya li kongreya pêşdebirina berdewam ya li devera Erebî ragihand, her çende ‌wan di demên bihurî da 36 proje qanûn ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê pêşkêşî civata nûnerên Iraqê ‌kiriye, lê belê niha sedî 46 ê xelkê Iraqê bêkarin.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku salane zêdetirê sê sed hezar genc têne nava bazarê kar da û derfeta kar ji bo vê hejmara zêde nayê dîtin.

Hêjayî gotinêye ku li gor amar û îstatîstîkên fermî li Herêma Kurdistanê rêjeya bêkariyê % 5 e, û li Kurdistanê jî gelek karkerên xelkê Iraqê kar dikin.

 

Back to top button