Zimanê Kurdan, zimanek dîrokî,tebî’î o qedîm e. Delîlê herî mezin jî li hember ewqas red û înkarîyan, komkujî û wêranîyan; hezar sal e tunne nebuyîna wî ye.

Çitor Kurdistan bû ye çar par; gellê Kurd li ser axa xwe bû ye penaber û bêpergal; zimanê Kurdî jî wisan bêxwedî û binpa ye lê belê  dîsa jî li hember ewan şert û şurtên giran bi dengê bilind û kûr gazî gelê xwe dike. Ji dest fîraqa xwe nezerê ehlê îlm û ‘edaletê dike.

Vê fîrqetê ebter kirin feryad ji destê fîrqetê

Jarî û ze’îf û zer kirim  feryad ji destê fîrqetê (Cizîrî)

Bo dîroka zimanê Kurdî; kolînêrên millî, yên herêmî û ecnebîyan wiha dibêjin;

Nivîsên tabletên Tofana Nuh de nîşanên zimanê Kurdî mevcûd in. Berhevdana kolînêran ev e:

SumerîKurdîTirkî
Ga-meşGamêş  Manda
Ba-pîl-gaBapîr  Dede
LU-kalMêrê kal  İhtiyar adam
A-nê nêAwane Başı boş gezen sorumsuz
Gu-Guhgo  Dedî, söyledî
Galgel  Umum, Herkes
  Dîşî

Dasîtana Gilgamêş de jî evan peyv û hevçûyîna her dû zimanan gelek zêde ne. Kurdan; dîrokê de teva gelek elfabe ‘eleqedar bûn e. Kurd û Kurdistan; Elîfbe ya Med, Aşûrî, Keldanî, Latîn, ‘Ereb, Krîl (Ûris) û Farîsî… heşir neşir bû ye. Temamên van elîfbeyan; hayata avakî, civakî an jî yên sîyasî de hatin e nivîsandin an jî hatin e xwendin.

Kurd, xerîbê van zimanan jî nînin. Bo vê yêka jî tesîra van zimanan di Kurdî de zêde çêbûye, zimanê Kurdî jî qasî hêz û hakîmîyeta xwe, li wan tesîr kirî ye.  

Hazîm Hacanî kitêba xwe yên ‘Eerebî, Sefehatun Mîn Tarîxî’l-Kurd we Kurdîstan de wiha dibêj e: “Tebletên li ser Tofana Nuh (e.s.) hatin e nivîsandin hata îro jî hatin e hem jî gelek in. Evana temam li Brîtîsh Museum’a Îngîlîzan’de mevcudin. Zimanê van tebletan, nêzî sedî sed wekî zimanê Kurdî ye. Temamî evan delîlê qedîm, dîroka zimanê Kurd, dibe çend hezar salan pêş mîladê. (P.M. 3000-4.000).

Em rihet dikarin bêjin zimanê Kurd; zimanek dîrokî, esîl e; di qeyd û bendan de jî nvîsandî ye.

Jixwe gor temamên kolînêrên cîhanê yen mu’teber, zimanê Kurkdî; zimanek zadegan û têrîn e. Vî zimana, di bin redd u te’de ya zordaran de jîyana xwe dom kirî ye; dasitan nivîsandî ye. Nezanîn, nedîtin û nexwendina van dasîtanan jî xisûsen yên Kurd û Kurdistan e; dûvra yên temamên gelen Musilmanan e!

Li ser rûyê erdê bi hezaran ziman mevcûd in. Ji Adem (a) heta îro, bi hezaran jî ziman tunne bû ne an jî mensûbê wan neman e. Zimanê rû erdê, halîhazir heşt kom in. Ev komana; li gor afirandina peyvan û pêvean, li gor eleqeya zimanan yên dîrokî û beşerî, yên kûr û dûr hatî ye komkirin. Heşt malbatên zimanên rû erdê ev in:

NoMalbata ZimanMilên ZimanZimanên Girêdayî
1Malbata Hînd-Ewrupa:1-AsyaîKurdî, Farisî, Peştun..
2-EwropaîGermanî, Romanî, Slavî
22-Malbata Hamî- Samî:Şerqa Navîn, Efrîqaya Bakûrİbranî, ‘Erebî, Aqadî.. 
33-Mallbata Bantu:Efrîqîya Navîn û BaşûrNijad û qebîleyên Efrîqî. 
4Malbata Çîn-TîbetAsya ya Şerq û BaşurÇîn, Kora, Japonî
5Malbata Ural-Altay1-Ural 2-AltayTirkî, Macar, Moğol, Mançu, Tunguz..
6Malbata Qavkaz Çaçanî, Abaz, Çerkez, Laz, Lezgî, Gurcî
7Malbata Oqyanus û Awustralya Malay, Endonez, Cava, Hewaî, Pabu.. (1000 ziman)
8Malbata Emrîka Niştecîhê Emrîka ya Başûr, Navîn û Bakur

Evan heşt malbatên zimanan, li ba ekser kolînêrên esrî hatin e qebûlkirin. Hinek lêkolînêr jî zimanê gerdûnê, pênc malbatan de kom dikin. Ew jî ji bo malbatên zimanan wiha dibêjin:

1-Malbata Hînd-Ewrupa:

2-Malbata Hamî- Samî:

3-Mallbata Bantu:

4-Malbata Çîn-Tîbet

5-Malbata Ural-Altay

Hepîqet ev e; pênc malbat ji bo zimanên cîhanê kêmasîyek mezin e û îlmî jî nîn e. Mîsalen em zimanên Awustirya, yên Malay; yên Emrîka ya Başûr û Bakûr gelo li ser kêjan malbatê bihesibînin?

Zimanê Kurdî; her wekî me li jor behskir, malbata Hind-Ewrupa’de ye. Ev malbata jî du şax in;

1-Milên Ewrupaî, 2-Milên Asyaî.

1-Milên Ewrupaî: ev jî temamî sê şax in; li gor dîrok, coğrafya û eleqeyên zeman hatin e holê.

a-Şaxên Germanî (Cermen): Elman, İngîlîz, İsweç, Norveç, Filemek (Holland û Bêlçiqa)

b-Şaxên Romen (Latîn): Fransiz, Îspanî, Portekîz, Îtalî û Latînî.

c-Şaxên Slavî: Rûs, Sirb, Bilxar, Makedon, Boşnax (Bosna û Herseg), Çek, Leh(îstan)î

2-Milên Asyaî: Evana jî temamî du şaxin.

a-Şaxên Hind-Urdî: Zimanê resmî yên Hindistanê yên Hindî (Hindû), zimanê Pakîstanê yên resmî Urdî û zimanê Bengladeşê yên resmî Bengalî..

b-Şaxên Îranî/Persî: Farizî (Farsî), Kurdî, Peştûnî (Afganîstan, Pakîstan), Oset (Herêma Qawqaz), Tacîg…

Malbata Hind-Ewrûpa de hinek ziman hen e, fenane zimanê muxtar tucaran girêdayîê evan şaxên jorîn nabit in. Unan (Yunan), Arnavut, Fille (Ermenî), İrlanda.. ji van zimanan e. Zimanê mirî jî ji vanan tên e hesibandin; her wekî zimanê Hitîtan.  Xisusên evan zimanan; ji evan şaxên mezkur xaric in, hinik cihê ne lê belê dîsa jî girêdayîyên  malbata Hind Ewrupa tê ne jmartin. 

Navnîşana Zimanê Kurdî

Zimanê dunyaê li gor “avahî,” veldiqet e sê milan.

1-Zimanên Yek kîte (hece),

2-Zimanên serhevkirî (servekirî),

3-Zimanê Kişandî.

Ziman-ê Kurdî; li gor “avahîya zimanan” girêdayîyê Milên “zimanên kişandî” ye. Zimanê Hind-Ewrupa, temamî ji zimanê kişandî ne.

Ev nêzî sed sal e redd û înkarî li ser zimanên Kurdî, xisûsen jî li Kurdistana Bakûr dibe. Ev cehalet û faşîzma ji bo yekbûna zimanê Kurd û Tirkî ye lê belê -xeyrî biratîya İslamî û hevaltîya dîrokê- tucaran eleqe ya Kurdî û Tirkî mevcûd nîn e.

 Gor îlm, îz’an heqîqetê; yek li şerqê, yek li xerbê ye; ji hev dûr in. Ev tespîta ne henek e, heqîqet e.

Li dû qebûlkirina Dînê îslam, hay û ramana gelên Muslîman li ser hev çêbûye, biratîyek qewî ava bûye. Gelen Muslîman; li bin âla Îslamîyetê de li ser hev mirine, bo hev bedelên mezin dane û didin.  

Biratîya Kurd û Tirkan jî dîrokê de temamî ev e. Ji biratîya gelên Muslîmanên dî jî pêştir û xweştir domkirî ye heta Hikûmata Romê yên Cimhûrîyetê. Di vê behsa de qisedan tenê para heqîqetê ye. Bi te’de û zorê rindî na be. Bi gulekê tenê jî Bîhar nayê. Gul di dara xwe de; însan jî li ser afirandin û fitreta xwe rind û mu’teber e. Aqlê hevpar û pardarî yek e… gerek meriv gohdarbe; ferz e ku meriv tetbîq bike.

  Zimanên Alaman, İngîlîz, ‘Erebî, Kurdî; girêdayî yên zimanên kişandî ne. Em li ser hinik mînakan evê gotina ger nîşanbidin, baştir tê zanîn û naskirin.

Kurdî: Hat-im / Hat-ibûm / têm / ne-hatim / bê-m; bê-m? (pirs)

            Her-im / çû-bûm / çûm / ne-çûm / herim; herim? (pirs)

Tirkî: Gel-dîm / gel-mîştîm / gel-îrîm / gel-mem / gel-eyîm; geleyîm mî (soru şeklî)

İngîlîzî: lîe /  lay / laîn (dirêjbuyîn)  //  go / went / göne /…

Alman: Werfen / warf / gevorfen (atmak) // bîn –ist-sînd (kiryara alîkarî: seîn)/…

‘Erebî: Li gor herfên bi-dengî u bê-dengî peyv tebdîl dibe lê belê herfên rîçala peyvan yên “bê-dengî” her daîm sabît e, nayê gahartin.

Mînak: D-r-s=ders / medrese / muderrîs / tedrîs / tedrîsat // k-t-b = kîtab / mekteb…

Mînakan de baş tê dîtin û tê zanîn kî; zimanê Tirkî, helbet ji zimanên serhevkirî ye. Rîçala peyvan her daîm yek e, nayê guhartin. Kurdî daxîl, temamên “zimanên kişandî” de yek peyvik, li gor zeman û meqsûda peyvokê her carî, cihê cihê tê nivîsandin û tê gotin.

“go, vent, gone…

 çûm, derim, narim….”

Evan mînakan temamên peyvên “kiryarên zimanên kişandî” de mevcûd in. Nivîsandina peyvên navan de guhertin na be lê belê nivîsandin û gotina kiryaran de yekparetî û pêdantî (sabît) mevcûd nîn e.

Cîhê zimanê Kurdî kuder e?

Li gor lêkolînêrên Ewrûpa (Brokelman, Mînorsky, Andreas, Salamann, O.Monn, ve T.Tedesco..); zimanê Kurdî,  li Xerb û Bakûrê Îranê de ava bûye. Jixwe ev derên lêkolînêr li ser lêkolîn kirin e, daxîlê erda Kurdistana Qedîm in.

Her çiqas zimanê Kurdî, dervayê zimanê Farisî be jî afirandina herdû zimanan jî yek mekan e. Bo vê yeka jî nêzîkbûna van zimanan tiştek ne xerîb e. Malbat û şaxên zimanên Kurdî û Farisî yek e.

Li Mezopotamya (Mezra-botan) heta temamên welatên Hindistanê zimanê ku mevcûd in, şaxên wan yek in. Ji xeyrî welatên Îran û Hind; şaxên Ewrûpa de jî tev zimanê Kurd, gelek miştêrek peyv û gotin hen e; bînâ van peyvan jî yek e. 

Go, went, gone; mader, brader, eg…

Dirustkirin û lêkvekirina hevok (cumle) û gotin/n Kurdî fenanê Farisî zimanên Awrupaîyan e.

İngilizî: I’m going to schol.

Kurdî: Ez derim (diçim) dibîstanê.

Rêza peyvan, zımanê Awrupa û yên Hindî’yan yek e. Ez =kirde; derim =lêker; dibistanê =têrker e.

Tirkî: Ben okula gidiyorum. “..gidiyorum” lêker (yüklem), daîma dawîyêde ye.

Jîyana nijad û zimanan; li gor temamê distûrên îlahî û beşerî tabiî heq qebûl bûye. Ev jîyana jî tucaran girêdayîyê qeyd û şertan nîn e. Li gor van esasan, domkirin û jîyana zimanan re alîkarî, ji bo her însan û milletan wezîfeyek însanî û distûrî ye. Bo mana zimanan mucadelekirin medenîyet e, bo neman û îmhakirina zimanan mucadelekirin jî cehalet, wehşet û faşîzm e. 

Bijî biratî û wekhevî ya gelan. Bimre cehalet, koleti û koledar! Her bijî jîyana ziman û gelan! Redd û inkari û îmhabûna zimanan; “eyb e; şerm e, guneh e; cinayet e!” Wesselam! 

Pêşgotinên Kurdî (Gotina Pêşîyan)

-Gîha dibe bost, dijmin nabe dost

-Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan

-ji mino, limino.

-Têr-xwar ma xêr.

-Dest, destan dişo, dest vedigere rûyan dişo.

-Mêrê çê li ber kozê xwîya dik e.

-Mîh, pêlê berxa xwe nak e.

-Devê we tije xwîn be jî ba êlê tuh nekin.

-Ba tên banî werdiger în.

-Sîya biran, sîya guran. 

Biwêj

Guh nedandin; çav berdandin; dil-ketin; pişt girtin ; cîhê merivan de hesibandin; perda şermê rakirin; perda şermê de mandin: sertackirin (taca serîyan kirin); têra xwe nedîtin ; dil-dizandin; dil-şewat; bi zimanê xwe karibûn; hidûd derbazkirin; xewfa Xuda tirsîn; mirî şîyarkirin; ser nigên xwe ketin; çok û junîyên xwe xistin; rû reş; rû (enî) spî; çav birandin; bin erdê çûyîn; nav û nîşan girtin; peymana namûsê dayîn; çav reş; simbêl sor; kolos badan; bê dîn û bê îman; mal xirab; mal-ava; çav-birîn; Qesem navê Xwedê gotin; nava herê û nerê de mayîn; Nûh gotin Peyxember negotin; halîyê serin girtin; serî danîn; rêçê de çûyîn; konçê newalan; şîr û şekir bûyîn; tev her kesî tê xwarin; Xwedîkir bi nanê xwe, berda canê xwe; pêl nanê xwe-kirin; ji kevir nan derxistin; bi dil (rih) û can; kell û kur; kerr û lal; kişand sînga xwe; dev (doxîn) sist; devê xwe derxistin; Xwedê re emanet; pişt girêdan; emanetê Xweda be; Xweda heval be; heddê xwe bizan e; wekî navê xwe dizanim; çav gerandin; ling kutandin; bo nanê xwe  (çuyîn); serê sibê; nîvê şevê; dest pêkirin; îşê min serê min zê(de)tire; erd reş ezman tarî; eza mal şewitî… hvd.

Şerîf Emîn/Kelhaamed

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: