Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî li paytext Tehranê bi Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê raporekê di derbarê pêşhatên dawî yên li xezayê pêşkêşî Eli Xemineyî kir.
Îranê pişgiriya xwe di hemû warî de ji bo Hemasê da kifşkirin û rêberê olî yê Îranê DYA wek dijminek sereke da xûyakirin. Xamineyî got ku, dê DYA û hinek welatên din bi kiryarên xwe poşman bibin.
Xamineyî helwesta gelê Xezeyê ya li hemberî êrîşên Îsraîlê bilind nirxand û bal kişand ser wê yekê ku divê welatên îslamî bi her awayî piştgiriyê bidin Gazzeyê.