Polîtîk

Rêberê demokrat û welatparêziyê tu her li bîra me yî

Damezer û serokê yekem ê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, Seîd Elçî ji berî niha 49 salan di encama bûyerek xirab de şehîd bû.

Seit Elçî di qonaxek gelek girîng de dest xebata xwe ya siyasî kir û partiya yekem li bakurê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê li gel hinek hevalên xwe yên tekoşer damezirand.

Elçî bi kesayeta xwe ya niştimanperwer û demokrat dihata naskirin.
Seîd Elçî sala 1925ê li bajarê Çewlikê li gundê Zeynebê ji dayîk bûye. Piştî xwendina navîn, di gelek karên cuda de xebitiye. Seîd gelek zû ketiye nav xebata siyasî û kurdeyatî bi serbilindî dikir. Di sala 1959ê de, Seîd jî li gel hinek welatparezên kurd hate girtin û 149 rojan di bin şertên xirab de ma girtî û wî qet di bin lêdanê de serê xwe netewand û ji bîr û baweriya xwe taviz nedan.


Di 1963an de, dîsa li gel 23 hevalên xwe hate girtin. Dewleta Tirk ew wek pêşkêşek tevgera kurd li Tirkiyeyê û ji bo piştgiriya Barzanî tawanbar kir. Lê Seîd Elçî di dadgehê de li doza kurd xwedî derket û parastinek serfiraz kir. Vê yekê Seîd di nav hevalên wî de da pêş.

Seîd li gel hevalên xwe karek berbiçav ji bo damezirandina partiyeke kurdî dikir. Piraniya kurdên rewşenbîr di wê demê de xwe nêzîkî fikra partiyek kurd nekirin û di [Partiya Karkerên Tirkiyeyê]] (TİP) de siyaset dikirin. Lê Seîd bi israr li gel hinek demokrat û welatparezên kurd ji bo pêkanina partiyeke kurdî kar dikir.

Di Temûza 1965ê de li bajarê Amedê, Elçî li gek hinek welatparêzên kurd wek Emer Turhan, Şerefettin Elçî û hinek kesayetên din (ji ber ku ew kesayet hîn dijîn, em navê wan li vir nabêjin) Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê damezirandin û Seîd bû yekemîn serokê partiyê.

Bi damezirandina PDKê bîr û baweriyên welatparêziyê di nava kurdan de belav bû. Gelek kesayetên demokrat û welatparêz di nava refên PDKê de cih girtin û xebatek hêja dihat kirin. Partiyê di demek kin de şaxên xwe di nava Kurdistanê de belav kir.

Di sala 1968ê de, Seîd li gel 16 hevalên xwe yên partiyê hate girtin. Ew 16 kes ji bo damezirandin û rêvebirina PDK-T hatin dadgeh kirin. Dewleta Tirk dadgehek taybet ji bo wan li bajarê Antalya danî û wan pirsa kurd di dadgehê de bi zanyariyeke mezin û mêranî parastin. (Dema Seîd û hevalên wî li Antalya hatin girtin û dadgeh kirin, di wê demê de Seîd Kirmizitoprak hate ba wan û serdana wan kir).

Adara sala 1971ê darbeyek leşkerî li Tirkiye çêbû. Di encam de gelek endamên PDKê hatin girtin û hinek ji wan jî xwe dan aliyekî.

Seîd Elçî bihara 1971ê li gel hevalê xwe Mihemedê Begê derbasî rojavayê Kurditanê bû. Çend rojekî li rojavayê Kurdistanê ma û li wê derê derbasî Kurdistana Başûr bû. Seîd Elçî û Mihemedê Bagê, roja 1ê Hezîrana 1971ê bi destê Seîd Kirmizitoprak û hevalên wî hatin şehîd kirin.

Ev bûyer di nava tevgera kurd de gelek hate gotubêj kirin. Gelek senaryoyên cuda di derbarê vê bûyera trajedik te hatin nivîsandin. Em naxwazin cardin bûyerê li vê derê binirxînin. Lê em rastiyekî dizanin ku, Seîd Elçî bi destê Dr. Şivan û hevalên wî hate şehîd kirin. Bê guman di derbarê vê bûyera trajedik de dîtinên me hene û em wek kesên li ser rêya Seîd Elçî siyasetê dikin , dema pêwist be ji bo dîrokê rastiya vê pirsê ji bo gelen xwe zelal dikin. Herweha dema pêwistbê jî rastiya vê bûyera xirab û diltezîn gotubêj dikin.

Dema Elçî hatî şehîd kirin gotina xwe ya dawî dibêje: “ Dema ez ketim ser vê rêyê min dizaniya ezê rojekî werim kuştin, lê tu cara min texmîn nakira ku dê kuştina min destê kurde kî be.“

Em wek komek demokratên Kurdistanî û damezerên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T) Seîd Elçî 49 saliya şehîdkirina wî de bi bîrtînin. Dê Elçî her demî xebata me ya di rêya destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de bijî.
Kar û xebata Seîd Elçî ya bi kesayetiyek berz rêve birî her demî ji bo me dê wek rêbazekî be.
1.06.2020

Damezerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T)

1 – İSKAN AYDIN
2- AHMET ERENSAYIN
3-SELİM KAYMAZ
4-ABDURRAHMAN KAYA
5-NECMETTİN ORTAÇ

6-GURİ DAYANAN
7-SALİH ZEYREK
8 ÖMER ÇOBAN
9-AYTEN ESEN
10- VEYSİ ESEN
11-SEDAT KARDEMİR
12-HANİFİ ESEN
13-HASAN YAPMAZ
14-ABİD ÇAKAR
15 -ŞEYMUS TURGUT
16-HAMZE ÖZDEMİR
17-BURHAN RAMAN
18-M.ALİ KARDAŞ
19-ROJHAT SİDER
20-HASAN TURAN
21-MAHMUT KAPLAN
22-TARIK KAYA
Û Komek Demokratên Kurdistanê
(Diyarbekir, Batman, Riha(Urfa), Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Hakkarî û Wan)

Back to top button