Bi minasebeta37 salvegera wefata Barzaniyê Nemir li komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê civînek hate li darxistin.Di vê civînê de berfirehî behsa jiyana siyasî û civakê ya Barzanî hate kirin. Herweha behsa dirêjahiya xebata Barzaniyê nemir ya ji bo Kurdistanê hate kirin.Naveroka rêbaza Barzanî di civînê de hate gotubêj kirin.Têgihandina ciwanan di derbarê barzaniyê nemir de babetek gelek girîng e. Pêwiste Barzaniyê nemir bi xebata xwe ya dirêjahiya 50 salan ji jîlê nû re bê gotin. Rastiya Barzanî ji bo ciwanan gelekî girîng e.Di vê derbarê de berpirsên Tevgerê dibêjin: Divê em Barzaniyê nemir baş fam bikin. Herweha gelek pêwiste ku ciwanên Kurdistanê xebata siyasî ya Barzaniyê nemir tê bigihin. Dema em bêjin “Rêbaza Barzanî“ divê dîroka xebata Barzani , kesayeta wî, aliyê wî yê siyasî û diplomatik û ya gelek girîng jî pêşmergetiya Barzanî fam bikin , da ku Ciwanên Kurdistanê bizanibin li dûv kîjan rêbazê ne.Wek din nasandin û bîranina serkirdên Kurdistanê ji bo ciwanan girînge û ew naskirina wan wek erkek netewî dibînin.