Nivîsar

Rêbaza Barzani demana destkeftî û parastina mafên netewî ye

 Nêçîrvan Barzani serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, li Hewlêrê di civînek berfireh de, bernama partiya xwe di hilbijartinên parlementoya Iraqê de eşkere kir. Barzani axivtinek kir û di axvtina xwe de da xûyakirin ku pirsgirêkên Kurdistanê çine û PDK bi siyaseta xwe ya bingehin çewe dikare van pirsgirêkan çareser bike.Di qada civînê de endamên politburoya partiyê û gelek kadroyên serekê yên partiyê û berendamên PDKê ji bo parlementoya Iraqê amadebûn.Nêçîrvan Barzani hêja bi bûyera wefata birayê xwe Dilovan Idris Barzani gelekî xemgine. Di demek welê de derket bernameya partiya xwe eşkere kir û gelek peyamên nûjen dan Raya Giştî ya Kurdistanê û cîhanê.Nêçîrvan bi baweriyek gelek bi hêz axavtina xwe kir û dema yek bi yek behsa pirsgirêkên Kurdistanê kir û herweha behsa siyaseta PDKê kir baweriyek gelek xort û hêviyek ji bo pêşeroja Kurdistanê xelkêre jî çêkir.Di rastiya xwe de gelek cara siyaseta PDKê dihat rexne kirin û mirov dikariya bêje : Gelo parti çi dike? Heta hinek cara di serê mirovde hinek helwestên partiyê dibûya cihê pirsê. Lê Nêçîrvan axavtina di xwe de, gelek tiştên xuman li ser heyî zelal kir û hêdî mirov dizane dê partî çi bike.Nêçîrvan di axvtina xwe de got: PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.Wek hemû cara, di gelek qonaxên cuda de dema PDKê bi rêbaza xwe ,kar û xebata xwe , tekoşîn û çalakiya xwe baweri dayî gelên Kurdistanê û her di qada netewîyetê û welatparêziyê de yekem bû û serkaniya xeta netewî bû. Îro cardin me dit ku PDK xwe vedihejîne û pêşkêşiya gelên Kurdistanê ji bo serxwebûnê dike.Cîgirê serokê PDKê beşek axavtina xwe de got: PDK her daxwaza aştiyê dike û qet şer naxwaze. PDK qet dest ji mafên destûrî yên Kurdistanê bernade. Kurdistanê dest ji rêbaza Barzaniyê nemir bernade. Divê PDK bihêz be li Bexda. Bi diyalogê pirsgirêk çareser dibin. PDK yekgirtî û deng e, bila baş bizanin partiya me yekgirtî ye. PDK di bin yek alaya yek Serok de ye ew jê Serok Barzanî ye û em ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dikin. Bihêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Çiqasî PDKê bihêz be, Kurdistan bihêztir e. Pêwîst e em piştrast bikin ku PDK hêza yekem e û dê hêza yekem be li Kurdistanê.PDK wek her care behsa çareseriya bi rêya aşitî û diyalogê dike. Şer naxwaze. Lê dema hinek destkariyekî ji bo têkçûna destkeftiyên gelê kurd bike , ew bersiva pêwist di siyasetê û qada şer de jî dide. Gerek baş bê zanîn piştî xiyaneta 16ê oktoberê PDK bi serê xwe tenê xaka Kurdistana ezîz parast û bi vê yekê û siyasetek bi serkeftî Iraq mecbûrê diyalogê kir.PDK her demî di çerçoveyek yasayî de di aşitiyê û şer de jî  helwesta xwe bi awayek pêwist dide diyarkirin.Baş tê zanin ku demana serkeftina PDKê rêbaza barzaniyê nemir e. Heta PDK vê rêbazê bingeh bigre û li ser rêve here dê herdemî yekem be û demana destkeftiyên mafên netewî be. Cardin bi israr behs kirina vê babetê ji aliyê Barzani ve di vê demê de gelekî girîng e.Nêçîrvan Barzanî behsa yekdengî û yekitiya di nava PDKê de dike. Di vê pêvajoya ku hinek kes û alî behsa yekitiya  di nava PDKê de dikin û hewldidin ku vê yekê bikin babetek ya gotubêje bersiva xwe ji Nêçîrvan Barzanî standin. Mixabin di nava PDKê û dervê PDKê de hinek ji bo jiyana xwe ya siyasî behsa nakokiyekî tuneyî dikin. Lê peyama Nêçîrvan da heta kifşkirin ku, dîtinên cuda di nava PDKê de hebin gelek tabiîye ji berk u PDK partiyek demokrat e. Lê dive bê zanîn ku PDK di bin alaj yek serokî de , serok Barzani de ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dike.Ev gotara Nêçîrvan bo sîleyek ji hinek alîyên nexwêrxaz re.Di beşek din axavtina xwe de Nêçîrvan Barzani got:  “Eger Serok Barzanî nebûya mafên Kurdan dê di destûra Iraqê de nebûya. Bi saya partî û cenabê serok Barzanî li Iraqê hesabekî mezin ji Kurdan re hate kirin û mafên heyî yên kurdan di destûrê de hate cîbicîkirin.”Giringiya serok Barzani ne tenê ji bo PDKê ji bo hemû Kurdistanê tê zanin. Te zanin ku dema parastina mafên Kurdistaniyan dikeve hole, serok çikas bi istikrar û bi biryara. Ew destkeftî û zemina ku îro kurd doze li ser hukumeta nawedî dikin bi istikra û israra serok Barzanî bûye. Mesud Barzani rolê ku dileyze new ek serokê partiyekî ,lê wek serokêneteweyekî li hemû beşên Kurdistanê tê nasandin û cenabê wî bi xwe jî bi vê zanebûnê de tevdigere.Ev axavtina ku hatî kirin dibe perskektifa siyasî ya PDKê. Dibe hêviya gelen Kurdistanê. Herweha ev çerçova ku Nêçîrvan Barzanî dayî xûyakirin dibe demana parastina mafên netewî.18.4.2018Dara Bilek

Back to top button