Feysel Debax rawêjkarê serokê Kurdistanê di nivîseke xwe de ku, di rojnameya Hewlêr de weşandiye, têkelyên herêma Kurdistanê digel Lîsteya İraqiye bi serokatiya Eyad Elawî û hevpeymaniya herêma Kurdistanê digel Şîeyan dinirxîne û dinivîse:
– Ji nuha û pê de divê em gelek pişta xwe bi Lîsteya İraqiye gerim nekin û divê li be çavên mebe ku, ew nakokiyên navbera aliyên Hevpeymaniya Niştimanî (kutleya Şîeyan) de hene terefek navdewletî dikare kontirok bike û wan din yek sîwanê de kom bike, ev yek jî di meseleya pesindkirina budceyê de gelek bi zelalî diyar bû.
– Hevpeymaniya navbera Şîeyan û kurdan ji bo Şîeyan karekî taktîkî bû û ew bi xwe jî îtîrafê bi vê rastiyê dikin.
Debax di nivîsa xwe de dinivîse ku, kurd di siyaseta xwe de û hevpeymaniya digel Şîeyan û îhmalkirina Suneyan de serketî nebû:
– Nuha jî ez di wê baweriyê de me ku, kurd di ragirtina balansa têkeliyên xwe digel du pêkhatên sereke yên İraqê ku, ew jî Şîye û Sunen ne serkeftî nebû. Herêma Kurdistanê li ser hisaba Suneyan têkeliyên xwe digel Şîeyan xurt kirin û tu fêde jî ji bo kurdan tê nebû.
– Dibe ku hindek kes bêjin Sune li hember mafên kurdan ji Şîeyan dijwartir in, min jî digot wisaye, lê yaku em nuha dibînin Şîye ji Suneyan dijwartir in. Piştî Şîeyan desthilat girte dest xwe, hêdî-hêdî xwe bihêz kir û wisa lêhat ku Şîye ji merkezek bihêz biryarê bidin.
– Civîn û semînar û xwemijûl kirin bi pirsên Şîye û Sunan ve bese, ha îro Elawî hat u sibê kutleya Sedir hat û dusbe jî Çelebî hat, ji ber ku tu kes ji wan nexemxorê mafên kurdan e û hatina wan bo Hewlêrê bi tenê karekê tektîkî ye û ew bi xwe jî dixwazin ew rewşe weke xwe bimîne.