Rastiya şer

Duh, di çapemeniya Tirkiyê de nûçeyek hat belavkirin. Gorî nûçeyê li navçeya Muşê Vartoyê, li çolwarê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên dewletê de pevçûn derketiye û di encama pevçûnê de 3 gerîla sax û birîndar hatine girtin. Ev nûçeyê, di gellek malperan de jî cih girt. Hîn 24 saet ji ser bûyerê re derbas nebibû ku, rastiya bûyerê derkete holê. Yên hatine gulebarandin ne gerîla, sivîl bûne.
Leyla Sonkur û Ridvan Yavaş, ku herdu ciwan jî 22 salî bûne, ji hev hezdikin û biryarê digrin ku bi hev re birevin. Hevalê wan Serdar Gumgumê 18 salî û astengdar jî digrine ba xwe û berê xwe didine gundê Înaliyê. Rêva ji aliyên leşkeran ve tê girtin. Destê Leyla û Ridvên tên girêdan û guleya bera wan didin. Her du ciwanan radikine nexweşxanê, Serdar Gumgumê ku, rapora wî heye ew ji %61 astengdar e jî, dibine fermandariya cendermaya Vartoyê.
Ev bûyer jî baş radixîne ber çavan ku, derew û rastiyên şer û pevçûnan tevlîhev bûne. Her çapemenî û malper, gorî meşrebên xwe rastiyan berevajî dikin û derewan dikine rastî, rastiyan jî dikine derew.
Bavê serdar Gumgum, Zahîr Gumgum wiha dibêje, “Hemû Varto kûrê min nasdike. Hevalê wî Ridvan li keçikê hezdike û dixwaze birevîne, kûrê min jî bi wî re diçe. Wana dixwazin keçikê birevînin û bibine gûndê Înaliyê, lê ji aliyên yên derketine operasyonê ve têne gulebarandin.”