Nivîsar

Rastiya civaka Kurd û siyaseta tê afirandin dûrî hev e!

Li Tirkiye çepitî di bandora Kemalizmê de ye. Mixabin vê yekê bandora xwe li Kurdistanê jî kiriye.

Dara Bilek


Eve demek dirîje rewşa siyasî û taybetî rewşa partiyên bakurê Kurdistanê piralî tê gotubêj kirin. Gelek cara di nava hinek aliyan de, gotin û kirin bi hevre nagunce. Gelo ji bo partiyek Kurdistanî be li bakurê Kurdistanê pîvan çiye? tu cara li ser vê yekê nirxandinên berfireh nehatine kirin. Xalek heye ku divê li ser bê sekinandin. Ew yek jî rewşa HDP yan jî Partiya Çep a Keske. Gelo ev herdu partî li ser xetek netewî, Kurdistanî siyasetê dikin yan na? Ev partî kurtahî Kurdistanîne yan na? gerek ev xala henê ji aliyê partî û rêxistinan ve bê zelalkirin.

Eger di hilbijartinan de deng girtina ji Kurdan pîvana be ku, partiyek a Kurdaye , yan jî Kurdistanîye hingê xalek din a gotubûja derdikeve holê. Na eger partiyek yan jî aliyek siyasî li gora bernameya xwe û li gora tevgera xwe Kurdistanî bê qebûl kirin hinge rewş diguhere û pîvana Kurdeyatî û Kurdistanîbûnê tê guhertin.
Dema partiyên ku xwe Kurdistanî dibînin li gel HDP/PKÇ tifaqa çêdikin pîvan çiye? Gelo Pîvan Kurdistanîbûn û berjewendiyên Kurdistaniye, yanî prensîbên siyasêyine, yan di rastiya xwe de îdeolojik e.? Gelo cewaziya HDP/PKÇ û HUDA-PARê çiye? ji bo çi ev babet ji aliyê partî û aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê ve nayê rojevê û gengeşekirin. Eger çepitî pîvanek be, ku di paratikê de ev bi gelek cara welê dixweyê, dê gelek zehmet be ku li bakurê Kurdistanê mirov pêşiya xwe bibîne.

Dema Tifaq li gel HDPê têne kirin ji bo partiyên Kurdistanî divê pîvanek hebe û vê yekê eşkere bikin. Eger ev neyê kirin , dê hingê bê gotin ku, tifaqa li gel HDPê tê kirin ji bo kursiyekê parlementoya Tirkiye ye yan jî ji bo destxistina şeredariyekiye. Ev yek xalek girîng e û gerek aliyên ku li gel HDPê tifaqa ava dikin yan jî hevdîtinên tifaqa dikin vê yekê zelal bikin.
Niha hilbijartinên herêmî nêzik dibin. Cardin behsa hinek tifaqa tê kirin. Gelo dê ji bo partiyên xwe Kurdistanî dibînin pîvan çibe? Gerek aliyên siyasî rast xelet çi difikirin vê vekirî ji raya giştî re bidin zelalkirin.
Li bakurê Kurdistanê ji bilî, xelkê dengê xwe didin HDPê jî Kurd hene û gelekin. Gelo ev yek heta çi radeyê ji aliyê partiyên Kurdistanî(!) ve hatiye nirxandin. Ji bo çi lêkolinek civakî nayê kirin û tehrîbatên bi navê Kurdeyatiyê di civatê de hatîn kirin nayên rojeva siyasî.

Aliyên xwe Kurdistanî dibînin gerek bikaribin rastiya civakê tehlbêjî bi awayek zelal binirxînin û xwe li gora rastiya heyî bi rêxistin bêxin. Li Tirkiye çepitî di bandora Kemalizmê de ye. Mixabin vê yekê bandora xwe li Kurdistanê jî kiriye. Gerek vêca berjewendiyên netewî, pirsa netewî û Kurdistanî bidin pêşiya îdeolojiyan. Bila parastina nirxên netewî û Kurdistanî ji bo me bibe pîvan. Wek din Kurdistanîbûna mirov dibe cihê şikê.
Di hilbijartinên serokkomariyê de gelek aliyên ku, xwe Kurdistanî dibînin dan xûyakirin ku ewê pişgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin. Bêguman ev helwesteke, lê kesekî sedemê vê bi zelalî neda diyarkirin. Gelo ji bo Kurda ferqa navbera Kiliçdaroglu û Erdogan de çiye? behsa vê nekirin. Hinge dixweyê ku, pirsa îdeolojik di hinek helwestan de ketiyê pêşiya pirsa Kurdistanî de.
Niha piraniya aliyên Kurdistanî behsa xûsara şerê çekdarî dikin û vê yekê wek çareseriyekî nabînin. Başe vî şerî Kurdistan wêrankir, tewezina Kurdistanê guhert, bû sedemê bi milyona Kurd ji cih û warên xwe bûn. Civata Kurd serobinû kir. Niha hêdî partî kar û xebatek legal dikin. Li gora yasayên heyî partî têne avakirin. Behsa metodên demokratik û diyalogê tê kirin. Madem rewş ev e, gerek aliyên siyasî li gora vê tevbigerin. Gerek bikaribin li dijê şerê heyî dengê xwe bilind bikin.

Her partiyek , aliyek,dezgehek yan jî kesayetek li Tiriye û bakurê Kurdistanê, dema erênî behsa pirsek a Kurda bike, gerek aliyên Kurdistanî pêşwaziyê li van helwesta bike.
Di qonaxa ku em wek Kurd têre derbas dibin de, bi navê Kurdistanê statûya Kurda li başûrê Kurdistanê heye. Ev statû ji aliyê cihanê ve tê naskirin. Yanî hêviya dewletbûna Kurdan niha tenê li başûrê Kurdistanê heye. Statûya heyê bi navê Kurdistanê û di bin Ala Kurdistanê de ye. Ev yek gelekî girîng e. Gerek Kurdên ji bo destkevtina mafên Kurda yên rewa ditekoşin vê rastiyê bibînin û biparêzin.

Rewşa başûrê Kurdistanê mimkine ne bi temamû bi dilê mirov be. Kemasiyên partiyan û aliyên siyasû hene, mirov herdemî dikare wan rexne bike behsa kêmasiya bike û ji bo rewşa wan baştirbe dîtinên xwe bêje. Lê nabê dijminatiya vê statûyê bê kirin. Aliyên dijminatiya başûrê Kurdistanê dikin, li gel dewletên herêmê di nava hevkariyekî de ne. Ew bi navê Kurdeyatiyê li ser statûya herêma Kurdistanê tehdîdin.

Gelo dema kurd aliyên siyasî statûya Kurdistana başûr biparêzin, ne pêwiste li dijê hemû tehdîd û êrîşên li ser başûr bisekinin? Eger ev neyê kirin di siyaseta tê kirin de pirsgirêk hene.
Taybetî li bakurê Kurdistanê valahiyek mezin di derbarê rixistin kirina civata Kurd de heye. Kemasiya herî mezin siyasetek rasteqînê (Real) nayê rêvebirin. Em gerek li gora rastiya civaka Kurd û mercên ku Kurdistan tê de dijî rastiya xwe bibînin siyasetekê di berjewendiyên netweya Kurd de biafrînin.
“Her Pêxember dia ji umeta xwe re dike”

Back to top button