Raporek di derbarê mafên mirovan di Kurdistanê de
Navenda Nûçeyan
“Di vê heftiyê de girtina berfireh a çalakên çandî û sivîl”
Di heftiya borî de, em şahidê dehan nimûne ji binpêkirina mafên mirovan, ji aliyê karbidestên dozgerî û navendên ewlehî yên rejîmê di Kurdistanê de bûn.
Rewşa nediyar a girtiyên siyasî:
Bêparbûna çalakê sivîl û rojnamevanê kurd, Mihemedsidîq Kebûdwend, ji çavdêrîkirina pijîşkan di girtîgeha Êvîna bajarê Tehranê de, bala gişt Rêxistinên mafên mirov ên cîhanê bo aliyê xwe ve rakişandiye. Di daxuyaniya nû a rêxistina parastina mafên mirovan de jî daxwaza dermankirina bilez û herwiha serbest berdana navhatî hatiye kirin.
Kebûdwend seba wê ku heya niha ji aliyê pijîşkên pispor û herwiha navenda tendurustiya girtîgeha Êvînê ve nehatiye dermankirin, heya niha çend caran tûşî sekteyên dil hatiye û rewşa nebaşe navhatî ew tûşî çendîn nexwaşiyên din kiriye.
Mihemedsidîq Kebûdwend, piştî girtina xwe di sala 2007’an de, bi tometa avakirina rêxistina Mafên Mirov ên kurdistanê û herwiha çalakîkirin di vê rêxistinê de û bi niyeta têkdana rewşa giştî 11 sal cezayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, ji wê demê ve heya niha di girtîgeha Êvînê de ye.
Çavkanî: BBC:
Herwiha hevwelatiyekî bajarê Mehabadê, bi navê Rehîme Reş di demekî de bo girtîgeha sipaha pasdaran tê şandin ku piştî girtina wî di mala xwe de û veguhastina wî bo îdareya ewlekariya bajarê Mehabadê, dest bi gireva birçîbûnê kiribû.
Rehîme Reş, di sala 2007’an de, carekî din jî bo nîşandana nerazîbûnê li hember girtina xwe, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve, dest bi gireva birçîbûnê kiribû ku piştî îspatbûna bê tawanbûna wî, serbest hate berdan.
Çavkanî: Herana:
Derkirina biryaran:
Mehkûmbûna mamosta û çalakekî çandî ê Kurd:
Bo mamostayekî xwendingehên bajarê Şinoyî, bi navê Muhsên Celdiyanî biryara 6 sal cezayê girtîgehê û 5 sal cezayê durxistin bo bajarê Tebesê hat derkirin.
Muhsên Celdiyanî, berpirsê Civata Edebî ya “Tîrêj”ê, di sala 2009’an, de di mala xwe de hat girtin û bo heyamê 6 mehan di girtîgeha Erakê û Êvînê de bû.
Çavkanî: HARANA:
Destbiserkirin:
Pitşî heyamekî zêde ji bêagahî derheq rewşa çalakekî çandî ê Kurd, bi navê Nêmet Esedî ku ,midehê 2 mehan berî niha ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve di bajarê Sine de hatibû girtin, navhatî roja 28’ê Tîrmehê bo girtîgeha Navendiya bajarê Sine hat şandin.
Nêmet Esedî mamostayê derkirî ê wezareta Perwede û hînkirinê û berpirsê peywendiyên belavoka “Jîwar” ê bû. Her di vê pêwendiyê de li gor nûçeyan, malbata navhatî di wî midehê de, hêj nekarîne tev Nêmet hevdîtinê bikin.
Hêjayî gotinê ye, piştî derbazbûna 2 mehan ji girtina Esed derheq buxtanên lêdayî bi wî tu zanyariyek li ber dest de nine.
Çavkanî: Nûçegihaniya Kurdistanê:
Di doma girtina çalakên çandî û edbî ên Kurd di heftiya derbazbûy de, heta niha tu agahiyek derheq rewşa Qadir Şîrî, helbesvan û rojnamevanê bajarê Seqizê tune.
Tê zanîn, Qadir Şîrî çalakê çandî û endamê civata çandî a “Mulewiya Kurd” li bajarê Seqizê bû ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hat girtin.
Hevjîna Qadir Şîrî ragihand ku di roja 15’ê Tîrmehê ku hevjînê vê hatiye girtin, heya niha çend caran serdana Îdareya Ewlekariya bajarê Seqizê kiriye, lê nekariye zanyariyekê derheq rewş û çarenivîsa wî bi dest bixe.
Çavkanî: Nûçegihaniya Kurdistanê:
Herwiha de, hevwelatiyekî din ê Kurd, bi navê Omîd Emanî, bi tawana hevkarîkirin tevî partiyekî Kurdistanî ên dijberî rejîmê, ji aliyê memûrên rejîmê ve hatiye girtin.
Çavkanî: Nûçegihaniya Kurdistanê:
Roja 28’ê Tîrmeha 2010’an, em şahîdê girtina Yehya Semedî, nevîska û sekreterê berê ê hefînameya “Soranê”, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê bûn.
Li gor çavkaniya agahdar ji bûyerê, ji dema girtina navhatî, memûrên rejîmê li mala wî jî geriyan e.
Hêjayî gotinê ye, heya amadekirina vê nûçeyê tu zanyariyek derheq tometên lêdayî bi wî ji ber dest de nine.
Çavkanî: Ajansa Nûçegihaniya “Mukrian”ê
Kuştina kasibkarên Kurdan berdewam e:
Di heftiya borî de, em şahîdê kuştina kasibkarekî din ê Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê bûn.
Roja 29’ê Tîrmeha 2010’an, hêzên rejîma Îranê, li nizîk gundê Xunawîna bajarê Selmasê, komek ji kasibkarên wê deverê kirin armanca guleyên xwe û di encama vî êrîşê de kasibkarek bi navê Şemsedîn Baqu, xelkê gundê Xunawînê hat kuştin.
Tê zanîn xelkê vê deverê bi sedema destkurtiyê û nebûna kar, bo bidestxistina bijîwa jiyana xwe, mijulê karê qaçaxiyê ne.
Hêjayî gotinê ye, em rojane li sînorên Kurdistanê şahîdê kuştina kasibkaran, ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ne.
Çavkanî: Nûçegihaniya Kurdistanê:
Xwendevanên hêja îro pê de di malpera “Kurdistanmedia” de şahîdê raporan li ser binpêkirina mafên mirovan di Kurdistanê de bin.
Ev rapora tenê beşek ji nimûneyên binpêkirina mafên mirovan di Kurdistanê de ye.
Kerema xwe nûçe û raporên xwer li ser binpêkirina mafên mirovan di Kurdistanê de bi awayekî serrast bo meyla “Kurdistanmedia”yê binêrin.
(Dengê Azad)