Polîtîk

Rapora mehaneya Nefta Kurdistanê hate belavkirin

Wezareta Samanê Siruştiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê belavkirina yekemîn rapora xwe ya mehane ragihand. 

Rapor zanyariyên dawî ya di derbarê berhemanîn û şandina Herêma Kurdistan û palawtina navxweyî û bikarbirin û çalakiyên bîrên neftê û hejmarek nexşeyên neftê û hejmarên damezrandin û çalakiyên bîrên neftê û zanyariyên dawî ya di derbarê peymanên berhemanîna hevbeş li xwe digre.

Rapor yarmetiya welatiyan û kompanya û saziyên ragihandinê agahdar dike ku ji nêzîk ve agahdarî çalakiyan û berev pêşveçûna pîşesaziya neftê ya li Herêma Kurdistanê bibin. Çend beşekî nû yê zanyariyên li meha pêş de jî li ser raporê hatine zêde kirin. 

Yekemîn rapora ku îro hatiye belav kirin, çalakiyên meha tişrîna yekema sala 2013 li xwe digrê. Her dû raporên meha tişrîna duyem û kanûna yekema 2013 li amadekirinê dane û li nava meha şubatê da dê bêne belavkirin. Paşê jî bi awayeke mehane dê bi berdewamî derkeve. 

Ev rapora mehane beşeke ji pabendbûna berdewamiya Wezareta Samanên Siruştî ku bi şefafiyet ve kar dike. Hemû rapor bi zimanê Îngilîzî û Kurdî tê belav kirin her wiha bi zimanê Erebî jî li amadekirinê daye.

Back to top button