Cîhan

Rapora Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Mijatovic di rapora xwe ya li ser Tirkiyê de rexneyên tund li azadiya derbirînê û serxwebûna darazê kir. Di raporê de hat destnîşankirin, ku cîbicîkirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME pergala giştî û destûrî lawaz dike.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic, rapora çavdêriyên xwe yên li ser mafên mirovan, azadiya derbirînê û serxwebûna dadweriya li Tirkiyê weşand.

Di rapora 14 rûpelî de, hat destnîşankirin ku li Tirkiyê azadiya raman û çapemeniyê di aste metirsîdar de kêm bûye û ji sedî 90ê çapemeniyê di bin kontrola hikûmetê de ye û ev yek jî rê li ber hawîrdora nîqaşên demokratîk digire. Di raporê de hat ragihandin ku li Tirkiyê parêzvanên mafên mirovan, mafên jinan û parêzvanên LGBT yî bi zextan re rû bi rû ne. Her weha hişyarî hat dayîn ku bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji aliyê hikûmet û dadgehên Tirkiyê ve pergala makzagonî lawaz bûye. Mijatovic her weha da zanîn ku daxwaza wê ya serdana Tirkiyê ji aliyê Enqerê ve nehatiye qebûlkirin.

Li gor nûçeya BBC, Mijatovic di daxuyaniya xwe ya têkildarî raporê de diyar kir ku li Tirkiyê rojnameger, parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl neçar in ku di rewşek dijminane de bixebitin û destnîşan kir ku azadiya raderbirînê li welêt di xeterê de ye.

Mijatovic di rapora xwe de diyar kir ku azadiya ragihandin û çapemeniyê bi rêya Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) jî hatiye astengkirin û diyar kir ku bi armanca bêdengkirina saziyên nûçeyên rexnegiran hin cezayên keyfî ji aliyê RTUKê ve tên birîn.

Di rapora Mijatovic de hat destnîşankirin ku gelek rapor diyar dikin ku azadiya çapemeniyê gav bi gav ber bi kêmbûnê ve diçe, li Tirkiyê ji sedî 90 ê medyayê di bin kontrola hikûmetê de ye û saziyên çapemeniya mixalîf ên mayî jî di bin zextê de ne.  Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku rewşa parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl bi giştî li gor berê xerabtir bûye û her çend rewşa awarte ya ku di sala 2016an de hatibû pêkanîn, di sala 2018an de bi dawî hat, lê tedbîrên sînordar berdewam in.

Komîser bi bîr xist ku di rapora sala 2020an de, bang li hikûmeta Tirk kiriye ku serxwebûn û bêalîbûna darazê misoger bike û diyar kir ku divê di Lijneya Dadwer û Dozgeran de guhertinên binesaziyê bên kirin.

Back to top button