Cîhan

Rapora Europolê: Şebekeyên Tirk li Ewropayê bazirganiya eroînê didomînin

Li gor rapora Europolê, şebekeyên Tirk li Ewropayê bazirganiya eroînê didomînin. Li gor raporê, qaçaxçîtî zêdetir bi rêyên deryayî û bi ferîbotên ku ji Tirkiyê tên ve girêdayî ye.

Li gor Rêxistina Polîsan a Yekîtiya Ewropayê (Europol), şebekeyên Tirk li Ewropayê bazirganiya eroînê didomînin. Heroîna ku ji Afganîstanê tê, bi giranî bi rêya benderên Tirkiyê ji welatên Yekîtiya Ewropayê re tê şandin. Nirxê firotinê ya bazara narkotîka Yekîtiya Ewropayê (YE) herî kêm 31 mîlyar euro ye.

Li gor nûçegîhanê BBC, “Rapora Piyaseya hişbirî ya Yekîtiya Ewropayê” ku ji aliyê Europol û Navenda Çavdêriya Hişbir û Hişbirê ya Ewropayê (EMCDDA) ve hatiye amadekirin, roja Pêncşemê hat eşkerekirin.  Li gor raporê, hejmarên mezin ên ku di operasyonan de hatine desteserkirin, nîşan dide ku li tevahiya Ewropayê hebûna madeyên hişber her ku diçe zêde dibe. Dermanê herî berbelav li Ewropayê esrar e. Bi buhayê nêzîkî 12,6 mîlyar euro, bazirganiya esrarê di bazara narkotîka Ewropî de di rêza yekem de ye.

Buhayê kokaînê ya salane bi 11,6 milyar euro di rêza duyemîn de ye û bazirganiya eroînê ya salane 5,7 milyar euro di rêza sêyemîn de ye. Bazara neqanûnî ya ku bi qasî 2,2 mîlyar euro ye, dermanên din ên sentetîk ên wek ecstasy û meta krîstal dihewîne.

Li gor Rapora Dermanên Yekîtiya Ewropî, amfetamîn, metamfetamîn, MDMA û dermanên sentetîk û esrar bi gelemperî li Ewropayê têne hilberandin. Hollanda û Belçîka pêşengiya hilberîn û belavkirina van dermanan dikin. Kokaîn ji Amerîka Başûr tê welatên Ewropayê. Hollanda, Belçîka û Spanya sê welatên herî girîng ên têketina bazirganiya kokaînê li Ewropayê ne. Kokaîna ku di konteyniran de ber bi benderên Ewropî ve tê veguheztin, li seranserê Yekîtiya Ewropayê gihîştiye berdestiyek bêhempa.

Li gor raporê, bertîl û zextên li ser kedkarên baregehan yek ji sedemên sereke yên qaçaxçiya kokaînê ne.

Back to top button