Li Yewnanîstanê cara yekem du jinên hevzayend zewicîn

Şaredarê Atînayê Doukas, di merasîma Danai Deligeorges û Alexia Beziki de got, “Erka me ye em piştgiriya her hemwelatiyên xwe bikin û bihêlin ku bi azadî bijîn”.
Li Yewnanîstan a ku berî demekê wekheviya zewacê pejirand, zewaca hevzayendî cara yekem pêk hat. Danai Deligeorges û Alexia Beziki piştî ku biryara ji bo LGBTIîyan li Meclîsê hat erêkirin, li Yewnanîstanê bûn yekem cotên lezbiyen ên ku zewicîn.
Deligeorges berî merasîma dawetê axivî û got: “Evîn bi ser dikeve”. Hevjîna ku ji aliyê Şaredarê Atînayê Haris Doukas ve hat zewicandin, piştî merasîma dawetê li ber avahiya şaredariyê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Şaredar Doukas piştî rêzgirtinê daxuyanî da û got: “Erka me ye ku her welatiyên Atînayê xwedî mafê azadiyê bin û wek ku dixwazin bijîn û hez bikin”.