Di rapora Midûriyeta Polîsan a Ewropayê (Europol) de hat diyarkirin ku PKK ji bo rakirina “Lîsteya Rêxistinên Terorê” û azadîya Abdullah Ocalan xebatên xwe yên lobiyê li YE yê zêde kiriye.
Di “Rapora Rewş û Trendên Terorê ya Yekîtîya Ewropayê (YE) ya 2023an de, çalakîyên PKK yên li Ewropayê û hedefên wê yên di serdema nû de cîh girtin. “Du armancên wan ên sereke hene” Di raporê de hat destnîşankirin ku rêxistinê ji bo derxistina ji “Lîsteya rêxistinên terorê” û ji bo azadîya damezrînerê wê Abdullah Ocalan xebatên xwe yên lobîyê zêde kirine.
Hat diyarkirin ku PKK li welatên Yekîtîya Ewropayê xebatên propaganda, endametî û fînansekirinê didomîne, PKK li Ewropayê gelekî aktîf e û ji bo îdarî, kar û fînansê welatên endamên Yekîtîya Ewropayê wek “bingeh” bi kar tîne. “Di nava Yekîtîya Ewropayê de hejmarek mezin pere hatiye komkirin”
Di raporê de her wiha hat gotin ku rêxistinê di çarçoveya çalakîya xwe ya salane ya berhevkirina diravan de ku ew jê re “kampanya” bi nav dike, di nav YE de gelek pere berhev kiriye.
Di raporê de bal hat kişandin ku nakokîyên di navbera Tirkîye û PKK de li Herêma Kurdistanê, Rojava û navçeyên Kurdistanî yên li Tirkîyê û nîgeranîya li ser tenduristîya Rêberê PKK Ocalan, ji bo PKK alîkarîya du faktorên sereke ne.