Cîhan

Rapirsînê de pirsîn: Ji bo çi we deng nedan AK Partiyê?

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de CHP bi rêjeya ji sedî 37,7ê bû partiya yekem û ev yek bû sedema krîzeke mezin di nav refên AK Partiyê de. Ji bo sedema têkçûna hilbijartinê lêkolîn kirin û pirsa “Çima we dengê xwe neda AK Partiyê?” hat kirin. Çavkaniyên AK Partiyê yên ku lêkolînek li ser pirsê kirin, destnîşan kirin ku pirsgirêkên aborî rasterast bandorê li hilbijartinê dikin.


Bandora encamên hilbijartinên herêmî yên 2024’an berdewam dike. Li ser sedemên ku CHP bû yekem û AK Partî bû duyemîn arapirsînek bi beşdariyeke berfireh hat kirin. Di rapirsînê de ji bilî dengên CHPê û partiyên din, nebza hilbijêrên ku neçûn ser sindoqan jî hat girtin. Çavkaniyên AK Partiyê diyar kirin ku ji sedî 50 ê dengan ji ber sedemên weke bihabûna jiyanê, malnişînbûn û bihaya kirê di bin sernavê aboriyê de ye. Sedema herî girîng a piştî aboriyê jî ,qutbûna gel ji AK Partiyê jî wek faktorek girîng hate dîtin.


Li gor nûçeya rojnameya Turkiyeyê; Xebatkarên partiyê gotin ku, “Daneyên der barê encamên hilbijartinê de tên berhevkirin dewam dike. Ji aliyê din ve em dixwazin hêviyên welatiyan ji me bi awayekî zelal eşkere bikin. SETA lêkolînê dike, rapor û pêşniyarên rêxistin û parlamenteran jî tên. Gelo hemwelatî ji me hêvî dikin ku em li her warî dinêrin.

Di hevdîtinên şêwrê yên ku li AK Partiyê hatin kirin de der barê bendewariyên guherînê de jî nêrînên xwe diyar dikin. Xebatkarên partiyê diyar dikin ku bi kongreyê re piraniya rêveberiya partiyê wê biguhere û dibe ku di polîtîkayên partiyê de guhertinên berbiçav çêbibin.


Hat îdiakirin ku nêrîna hevpar a kesayetên girîng ên AK Partiyê ev e “Guhertina mirovan têrê nake. Ger polîtîka neyên guhertin dê di hilbijartinên pêş de jî encamên bi vî rengî derkevin holê.” Di civînên şêwra AK Partiyê û civînên Desteya Stratejiyê de, piraniya beşdaran nêrînên xwe derbarê avêtina gavên nû û radîkal ji bo ku dengên çûna partiyên din di hilbijartinên herêmî de nebin mayînde di nav wan partiyan de radigihînin.


Balkêş e ?
Close
Back to top button