
Li gorî rapirsiya KONDAyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sedî 46ê beşdaran dixwazin “mafên çandî yên Kurdan” bên dayîn û ji sedî 36ê beşdaran jî li dijî dayîna wan mafan in.
Kompanyaya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya KONDAyê encamên lêkolîna “Di Meseleya Kurd de Nerîna Çareseriyê” eşkere kirin ku di navbera 24-27ê Nîsanê de li 77 bajaran li gel 2 hezar û 620 kesan hatibû kirin.
Encamên lêkolînê li navenda Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê, bi beşdariya Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Huseyin Kuçukbalaban û Serokê Lêkolîna KONDAyê Aydin Erdem hatin eşkerekirin.
Li gorî lêkolînê, ji her 10 kesan 8an gotiye “Divê li Tirkiyeyê hemû kes xwedî mafên wekhev be.”
Lê dema mijar dibe “mafên çandî yên Kurdan” rêje bi awayekî berbiçav dadikeve.
Li gorî lêkolînê ji sedî 46ê welatiyan dixwazin “mafên çandî yên Kurdan” bên dayîn û ji sedî 36 jî li dijî dayîna van mafan in.
Ji sedî 18an jî di vî warî de nêrîna xwe eşkere nekiriye û bê bersiv mane.
Mijara girtiyên nexweş
Ji sedî 34ê beşdaran dermankirina girtiyên nexweş a li derveyî girtîgehê erênî dibînin û ji sedî 42 jî neyînî dibînin.
Ji sedî 24ê beşdaran jî bersiva vê pirsê bi erênî yan neyînî nedaye.
Di mijara dermankirina girtiyên nexweş de zêdeyî nîvê dengdêrên CHP û DEM Partiyê erênî nêzîk dibin û zêdeyî nîvê dengdêrên MHP û AK Partiyê neyînî nêzîk dibin.
Dê civak çawa razî bibe?
Bersivên ku ji bo “Dê civak çawa ji bo çareserkirina pirsa Kurd razî bibe?” wiha ne:
Ji sedî 21: Bi dabînkirina azadiya raderbirîn û ramanê
Ji sedî 10: Rûbirûbûna pêşerojê (rabirdû)
Ji sedî 7: Bi beşdariya civaka sivîl a nav pêvajoyê
Ji sedî 4: Bi azadiya medyayê
Pêngavên Dewletê
Li ser pirsa “Ji bo bipêşketina pêvajoyê divê dewlet kîjan gavan biavêje?” jî ev bersiv hatine dayîn:
Çekdanîna PKKyê: Ji sedî 28
Guhertina Destûrê: Ji sedî 23
Beşdariya Parlamentoyê: Ji sedî 20
Mafê Hêviyê yê Ocalan: Ji sedî 12
Efûya Giştî ya Siyasî: Ji sedî 7
Ji bo dabînkirina aştiyê divê çi bê kirin?
Li ser pirsa “Ji bo dabînkirina aştiya civakî divê çi bê kirin?” ev bersiv hatine dayîn:
Bidawîbûna tundiyê û şer: Ji sedî 59
Azadiya raderbirîn û medyayê û akademîk: Ji sedî 49
Garantiya yasayî ji bo pêvajoya çareseriyê: Ji sedî 33
Naskirina mafên etnîk û çandî yên hemû civakê: Ji sedî 31
Guhertina pênaseya welatîbûnê: Ji sedî 25
Zêdekirina desthilatên birêvebiriyên xwecihî: Ji sedî 19
Berdana girtiyên siyasî: Ji sedî 17
Eger pirsa Kurd bê çareserkirin dê çi bibe?
Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “Eger pirsa Kurd bê çareserkirin dê çi bibe?” hatiye kirin.
Ji sedî 50î zêdetir gotiye dê “Azadiya raderbirînê, mafên mirovan û demokrasî bi pêş bikeve.”
Her wiha ji sedî 50î zêdetir gotiye “Di sîstema darazê û aborî de ti guherîn nabe.”
“Polîtîkayên dewletê pirsa Kurd aloztir kir?”
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan Huseyin Kuçukbalaban di civîna medyayê ragihand ku polîtîkayên dewletê yên ewlehiyê û redkirin û înkarkirinê û daxwaza çareserkirina bi rêya tundiyê ya di 40 salên dawî de Doza Kurdan aloztir kiriye û li pey axaftinê çû:
“Di vê qonaxê de, aliyan derbarê devjêberdana polîtîkayên tundî û ewlehiyê û çareserkirina vê pirsgirêkê li ser bingehên siyasî û qanûnî ji 1ê Çiriya Pêşîn 2024an pê ve daxuyanî dane.
Di heyama 10 mehan de Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bi `Banga Civaka Aştî û Demokratîk’ bang li PKKyê kir ku kongreya xwefesixkirinê li dar bixe.
PKKyê 1ê Adara 2025an agirbest ragihand û 12ê Gulana 2025an kongreya xwefesixkirinê saz kir û biryara xwefesixkirin û bidawîanîna şerê çekdarî da.
Di heman demê de bi van pêşketinan re, neavêtina pêngavên demokratîk û misogerkirina azadiyan ji aliyê dewletê ve ku hêviya civakê bûn nêzîkatiyên bifikar ên li hemberî pêvajoyê xurt kirine.”