Polîtîk

Raperînê bîkîn hawêna serbilindiya gelê xwe


Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo bîst û duyemîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li bîst û duyemîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê ya li dijî çewsandin û dagîrkeriyê da germtirîn pîrozbahiyê li xelkê serbilindê Kurdistanê bi hemû pêkhatan ve dikîn. Hêvîdarîn ev salvegera pîroz bibê sedema bi hêz û berdewamiya ezmûnên me û parastina wan destkeftên ku bi xwîna şehîdan û xebat û têkoşîna gelê me hatiye holê.

Raperîn xala werçerxanê bû li jiyana gelê Kurd û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û wê yekê selmand ku dikarin bi yekrêziyê mezintirîn serkeftinê tomar bikin. Heq wiha ye gelê Kurdistanê û hêzê siyasiyan herdem wan ezmûnan li ber çav bigrin û ji bîr nekin.

Li raperînê da Kurd pîşanê cîhanê da gelekî lêborînî û aştîxwaze û bîr li tolhildanê nake. Li vê bîranînê de daxwaz ji welatiyên Kurdistanê û hemû hêz û aliyê siyasiyan dikim em hemû vegerîn ser bihayên raperînê û bîkîn hawêna serbilindiya gelê xwe û demokrasî û pêkve jiyan û bi xwe bawerî bûna her kesek ji welatê xwe kûrtir bikîn.

Her bi vê helkeftê jî hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên rêya Kurd û Kurdistanê re dişînîn ku xwîna wan ezîzan bû azadî û serweriyê ji bo gelê me pêk anî.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2013

Back to top button