Nivîsar

Ragihandina Hikûmeta demkî tê çi wateyê

Îlankirina (De-Facto) ewqas hêsane gelo? Peymana Sykes-Picot bi dawî hatiye.

Çîye Peymana Sykes-Picot?

Di sala 1916’ê di naverasta Şerê Cîhanê yê Yekem de, Brîtanya û Fransayê rêkeftinnameyeke nehênî îmze kirin ko wek Peymana Sykes-Picot tê naskirin (ew nav ji wê yekê tê ko ew herdu dîplomatên brîtanî û farnsî navê wan (Sykes û Picot bû) û naveroka wê jî parçekirina Rojhilata Navîn bû.

Yanî bi vê peymana Sykes-Picot, Brîtanya û Fransa Kurdistan kiribûn çar parçe.

Afirandêrên peymana Sykes-Picot Brîtanya û Fransa, îro ev biryar dane ko peymana Sykes-Picot bête hilweşandin. Amerîka Ewrûpa Îsrael jî li gel vê biryarê ne.

Dewletên herême (Tirkîye, Îran, Sûrîye, İraq) vê rastîyê dizanin ko tixûbên xakî erdnîgarîya Rojhilata Navîn, dê ji nû ve bête sererastkirin. Lê aqademîsyen û berpirsîyarên dewletên kolonyalist vê rastîyê ji Kurdan vedişêrin. 

Ji ber ko di nav van guhertinan de damezirandina dewletek Kurdistanê ya azad û serbexoyî jî heye.

Loma cenabî kak Dr. Berhem Salih gotibû; “Ji îro pê ve, Mîlletê Kurd, ji dewleta Alî-Osmanî û ji Sefawîyan re, dê nebe amûrên sotemenîyê.”

Lê dewletên dagirker yên herêma Rojhilata Navîn dixwazin statuko bidome. Mixabin hîn partî û rêxistinên Kurda jî, weke PKK/PYD/PJAK/BDP, li gel dewletên statukoparêz cîh girtine.

Em werin ser mijara (De-Facto):

Hîn derdor li Rojavayê Kurdistanê, ji teref PYD’ê ve biryardayîna damezirandina hukûmeta demî weke ragihandina De-Facto nîşan didin.

Divêt berî her tiştî bo ragihandina De-Facto;

1 – Hêzek we ya bi biryar hebe bo ragihandina herêmek serbexoyî,

2 – Divêt li pişta we hêzek navnetewî, an muttefîkekî we yê stratejîk hebe.

Li ser rûyê gerdûnîyê Îsrael yekemîn dewlete ko bi şiklê De-Facto hatîye damezirandin.

Di asta dewletek Federalî jî de, bi alîkarîya Amerîk û dewletên Rojava, yekemin federal dewlete ko li Kurdistana Başûr, bi şiklê De-Facto hatiye damezirandin.

Gelo muttefîkên PKK/PYD’ê kinin?

Amerîkaye? 

Na.

Dibêjin amman hawar, emperyalist e.

Awrûpaye?

Na.

Dibêjin amman hawar kapîtalîst e.

Îsraele?

Na.

Dibêjin amman hawar, ew jî sîyonîst e.

Îcar muttefîkê PKK/PYD kî ne?

Dewletên dagirkerin.

De werin Kurdistanê rizgar bikin. 

Evê biryara PYD’ê esasen ji teref PKK’ê ve hatiye stendin, ko zorok jî pê dikenin. Weke ko çawa PKK’ê di heman demê de îlankirina sîstemên xeyalî li Kurdistana Bakur ragihandibûn, PYD jî vê rêbaza hanê didomîne.

Li gor hîn agahîyan qaşo PYD, dê li herêmê destûrek bîngehîn biafirînin, da ko serhîldêrên li dijî rejîmê karibe bidarizîne û bi awayekî bikaranîna tundîtûjîyê cav tirsandî bikin.

Amadekirina destûrê ewqas hêsane gelo. Amerika, dewletên Rojava û Îsrael mudaxîlê herêma Rojhilata Navîn in. Yên ko li Rojhila Navîn şer dikin dewletên pêşketî û dewletên herêmê ne.

Rêxistinên weke PKK/PYD/PJAK/HÎZBULLAH/HAMAS, ji teref van hêzên hanê ve, li gor berjewendîyên xwe didin şer kirin û bikar tînin.

Hetta ko destûra dewletên pêşketî tine be û operasyonek leşkerî li dijî rejîmê lidar nexin, kes nikare li ser hesabê xwe, di berjewendîyên xwe yên şexsî de û bo parêzîya kolonyalîstan herêmek ne rewa biafirînin.

Li ser rûyê gerdûnîyê ti bizavan hêvîyên xwe bi dagirkerên xwe ve girê nedane, hêvîya çareserîyê ji dagirkerên xwe nekirine û çarenûsa mîlletê xwe radestî dagirkerên xwe nekirine.

Wer duxyê ko li Kurdistana Bakur PKK, li Rojavayê Kurdistanê PYD, li Rojhilatê Kurdistanê PJAK, li ser mîlletê Kurd, desthiltdarîyêk ko bi tundîtîyê pêk tê, ne ji boy damezirandina herêmên Kurdî yên serbexoyî yan federalî, belkû ji boy parastina yekîtîya xakî dewletên kolonyalist, sîstemek De-Facto li ser mîlletê Kurd afirandine , da ko li dijî rejîmên dewletên dagirker dernekevin û yekîtîya xakî dgirkeran biparêzîn.

“Rêxistinên PKK-ê yên bi navê KCK û Kongra Gel di civîna nehê ya heyete giştî de ”Belgeya helwêsta siyasî” amade kir û li gor madeyên wê belgeyê PKK dê li başûrê Kurdistanê lêbixebite ko ”hêzên demokratîk” hilbijartinan qezenc bikin û li rojavayê Kurdistanê jî bi ”hilbijartinên miweqet” cihê xwe saxlem bike. (Nefelcom Nefel).

Min berê jî gotibû û ez ango jî dubare dikim. Britanya xeletîyên xwe yên dîrokî di şerê kendavê de bi rêjeyek mezin îzole kirin (telafî kirin). Her wiha di encama vî şerê hanê de Kurdistana Başûr gihîş mafê xwe yê sîstema Federalîyê.

Fransa jî dixwaze xeletîyên xwe yên dîrokî di derbarê herêma Rojavayê Kurdistanê de îzole bikin, da ko Rojavayê Kurdistanê bigihêjin mafên xwe yên serxwebûnê an Federalîyê. (Di çerçofeya hilweşandina peymana Sykes-Picot) de.

Lê PKK/PYD, jî vê plana hanê re astengin, hewl didin ko ev plan bi ser nekeve.

Mebest bi dijminantiya ji teref PKK/PYD’ê ve ko li dijî Fransa têt ajotin ev e.

 

Mehmet Emin Özbilen

 

 

Back to top button