Radestkirina Kerkûkê ji Îranê re, şikestina siyaseta Amerîka ye
Medyayên Amerîkî bi tundî rexne li siyaseta welatê xwe li hember Kurdistanê digirin derbarê helwesta wê ji bûyerên roja 16ê Cotmehê û bi serkeftina siyaseta Îranê li ser Amerîka û dostên li navçê bi nav kir.Di wê derbarê de, rojnameya Washington Post di raportekê de nivîsiye “Ew şerê bûye, dibe sedma zêdetir bilindbûna destê Îranê li Iraq û navçê.” Rexne li siyaseta Amerîka jî girt ku bêalîbûn hilbijartiye.Ji aliyekî din ve, malpera Britpart ku malpera Stephen Bannon mezintirîn şêwirmendê Donald Trump bû, hevdîtinekê ligel balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî de John Bolton kir, di bersiva pirsekê de Bolton got: “Bêdengiya Trump li hember êrîşa Îran û Bexdayê li ser Kurdistanê de trajîdya ye.”Bolton dibêje: “Li cihê Amerîka piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bike, lê mixabin çavê xwe ji êrîşa Îranî li ser Kurdistanê girt.”Herwiha dibêje: “Di nêrîna min de, hîna wezareta derve û wezareta bergîriyê yên Amerîka di wê baweriyê de ne, ku Iraqê yekgirtî bihêlin, lê ev siyaset şaş e.”Bolton amaje bi wê jî kir, êrîşa li ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanê bi hevkariya mîlîşyayên Şîe û bi serperiştiya artêşa Pasdaran û Qasim Suleymanî, careke din Kerkûk kete bin destê Îranê.”Rojnameya “Wall Street Journal” serdêrek bi navê “Êrîşa li ser Kurd” nivîsiye û dibêje: “Şikestina hevpeymanên Amerîka li Herêma Kurdistanê bi wateya serkeftina Îranê ye. Stratejiya Trump li hember Îranê, li Herêma Kurdistanê ket pêş yekem taqîkirinê, ji ber ku ti hevpeymaneke me li navçê nebû ji bilî Kurd û Pêşmerge, lê niha li ber destê Îranê bicih hêşt.”Malpera “BuzzFeed”ya navdar a Amerîkî di raportekê de dibêje: “Şerê Kerkûkê şikestineke mezin bû ji stratejiya Amerîka re, ji ber ku di demekê de DAIŞ har şikandin, lê navçê radestî Îranê hate kirin.”