Nivîsar

Qetlîama Şengalê û domandina trajediya Şengalê…

Serokwezîrê wê deme Neçîrvan Barzanî ji bona kurdên êzîdî bên rizgarkirin “Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Ezîdî” ava kir. Vê Ofîsê jî xebatên hêja li darxistin. Encama vê xe batê gelek kurdên êzîdî rizgar bûn. Hejmara wan Kurdê Ezîdî ji 4 hezaran derbas dibe. Ew vegeriyan  nav malbatên xwe û gele xwe..

Îbrahîm GUÇLU

Beriya 7 salan li Şengalê li hemberî birayê me Kurdên Êzîdî qetlîamek pêk hat. Divê bê zanîn ku  her sal di 3ê Tebaxê de êşa kurdên êzîdî û hemû kurdan jinüve xwîn dibe û birin vedibe.

DEAŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Herêma Mûsûlê û Şengalê û derdora wan kir û dagir kir. Kurdên Êzîdî jî li wan herêman cîwar bûn. Encama êrîşên hovane yên DAEŞê bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin kûştin. Bi hezaran Kurdên Êzîdî revandin û  piraniya wan jî jin û zarok bûn.

Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji qetlîam û hovitiya DAEŞê reviyan çûn çiyayên Şengalê, Dewleta Federe ya Kurdistanê. Beşekî wan yê biçûk jî çûn Rojavayê û Bakurê Kurdistanê. Nûha jî piraniya wan li Başûrê Kurdistanê di qampan de jiyana xwe didomînin.

Ev qetlîama di sedsala 21an de li ber çavên dinyayê pêk hat. Ev tunekirin û qirkirina Kurdên Êzîdî bû. Ew tewanek bû. Loma jî divê dinya vê bûyerê wek qirkirina Kurdên Êzîdî bi giştî bipejirîne. Neteweyên Yekgirtî divê vê qirkirina Şengalê erê bike.

Ji bona vê yeke gelek rêxistinên siwîl û komeleyên kurdan û lobiya kurdan ji bona ku li Ewrûpayê qirkirina Kurdên Êzîdî bê pejirand xebat kirin û di xebata xwe de jî serkeftî bûn. Ev xebata hîn jî  didomîne.

Parlamentoya Hollandayê û  Belçîkayê di  Tirmeha 2021an de qetlîama li hemberî kurdên êzîdî wek qirkirinê pejirand.

Serokwezîrê wê deme Neçîrvan Barzanî ji bona kurdên êzîdî bên rizgarkirin “Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Ezîdî” ava kir. Vê Ofîsê jî xebatên hêja li darxistin. Encama vê xe batê gelek kurdên êzîdî rizgar bûn. Hejmara wan Kurdê Ezîdî ji 4 hezaran derbas dibe. Ew vegeriyan  nav malbatên xwe û gele xwe.. Wan  di derbarê êşkenceyên DAEŞê û karen wan yên hovane de agahdariyên gelek hêja dan.

Lê dîsa jî rewşa gelek Kurdên Êzîdî nayên zanîn: Gelekên wan wenda ne û di bin zûlma DAEŞê de jiyana xwe didomînin.

Kurdên Êzîdî, 3ê Tebaxa 2014an,  roja qirkirina fermana xwe qebûl dikin.Ev jî tespîteke gelek di cî de ye. Wê rojê, jiyana Kurdên Êzîdı bi her wawayî hat guhertin. Ji bona wan jiyaneke gelek trajik û dramatik dest pê kir.

Wek tê zanîn ku Şengal dema DAEŞê êrîş jî  kir di bin desthilatdariya Hikûmeta Federal ya Iraqê de bû. Hikûmeta Navendî ya Federal ji bona Şengalê nedikarî tiştekî bike. Lê Serokê Kurdistanê li hemberî DAEŞê operasyonek dest pê kir. Bi xwe jî, ji operasyonê re serokatî kir. Şengal di 13.10.2015an de ji DAEŞê hat rizgar kirin.

Hezar mixabin piştî ku DAEŞ ji Şengalê hat derxistin, ev car ji bona Şengala pêvajoyeke nû dest pêkir. Rêxistinên terorîst û biyanî û dagirker yên wek PKKê Şengal dagir kirin. Piştî wan Şengal dagir kir, Şengaliyan nikarî vegerin Şengalê. Lewra li Şengalê ji bona jiyanê ewlekarî pêk nehat. Şengaliya jiyana xwe di qampên penaberî de domandin. Hîn jî jiyana xwe bi vî awayî didomînin.

Ji bona ku Şengalî ji vê jiyanê xelas bibin û vegerin bajar û herêma xwe di bin çavderiya Neteweyên Yekgirtî de di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de peymanek çêbû. Di peymanê de ji bona ku jiyana Kurdên Êzîdî xweştir û baştir bibe, gelek xal hatin qebûl kirin. Xala girîngtir ya peymanê ew bû ku PKKê û hemû rêxistinên terorîst yên li Şengalê, Şengalê terk bikin û Şengalê vala bikin. Lewra dema ev yeka pêk naye, wê deme xalên din yên peymana cîbicîkirin nabe. Nûha jî ew rewşa didomîne.

Gelek berpirsiyarên Kurdıstanê û berpirsiyarên Kurdên Êzîdî,  di roja qetlîama Kurdên Êzîdî de di vê derbarê de nêrînên gelek girîng anîn ser zimên.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragîhand ku cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan li ser cih û warê xwe.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê ragihand, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ew çekdarên niha li Şingalê ne bi awayekî ne yasayî li wir in û divê jê derkevin, ji ber ku take astengî li pêş cibicîkirina rêkeftinê ye.”

Rêber Ehmed got: “Hêvîdar in di demeke nêzîk de rêkeftina Şingalê were cibicîkirin û ew koçberan bi serbilindî vegerin ser cih û warê xwe.”

Herwaha got: “Xala girîng ew e, Şingal bê avedankirin, li gor rêkeftinê, pêwîst e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tîmeke hevbeş pêk bînin û bi hevkariyên welatan, tevahiya xizmetan ji xelkê Şingalê re bêne dabînkirin û xelk vegere. Berî her tiştî jî divê ewlehî û aramî vegere Şingalê.”

Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo avedankirina Şingalê, pêwîst e Iraq jî amadehiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke hevbeş bi Hikûmeta Herêmê re nîşan bide.”

Fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê ragihand, koçberên êzîdî ji ber hebûna komên çekdar nikarin vegerin Şingalê.

Fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê bi helkefta heft saliya cînosayda Şingal û kurdên êzîd ji aliyê DAIŞê ve peyamek belav kir.

Di peyamê de hatiye gotin, cînosayda 7 sal beriya niha ya kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve, ew qasî tawanek mezin bû ku ne tenê gelê Kurdistanê lê civaka navdewletî jî nekarî li hember wê bêdeng bimîne.

Fermangeha pêwendiyên derve spasiya wan welat û rêxistinan kiriye ku cînosayda êzîdiyan bi fermî pesend kirine û ragihandiye, ewê hewl bidin welatên din jî vê yekê pesend û qebûl bikin.

Di daxuyaniya fermangehê de hatiye gotin jî, bi navcîtiya NY hikûmetên Kurdistan û Iraqê bo vegera koçberên êzîdî rêkeftinek îmze kirin lê mixabin ji ber hebûna çekdarên ku ti eleqeya wan bi kurdên êzîdî û Şingalê ve nîne, koçberên êzîdî nikarin vegerin ser cih û warê xwe û bicîhanîna rêkeftinê jî sist bûye. Divê ew komên çekdar ji Şingalê derkevin da ku koçberên êzîdî bikarin vegerin ser cih û warê xwe û hikûmetên Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî bikarin xizmetguzariyê bigehînin Şingalê.

Wekîlekî mîrê êzîdiyan dibêje, komên çekdar û milîsan nahêlin Şingal avedan û aram be.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo pêwendiyan, Cehwer Elî Beg bi helkefta heftemîn salvegera cînosayda kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve ji BasNewsê re axivî û got, cînosayda Şingalê birîneka heta hetayî ye û nahê jibîrkirin. Ew cînosayd dê mîna deqeka reş li ser eniya terorêstên DAIŞê bimîne.

Cehwer Elî Beg her wiha got, em daxwaz dikin tevahiya terorîstên DAIŞê yên ku destê wan di cînosayda Şingalê de heye, bên dadgehîkirin û sizadan. Mixabin heta niha dosyeya Şingalê hatiye piştguhxistin û qedera xelkê me ne diyar e. Ev 7 sal derbas bû hîn jî xelkê me nekariye vegere ser cih û warê xwe. Divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê kar bikin rewşa Şingalê normal bibe û rêkeftina Şingalê bicîh were.

Wî berpirsê êzîdî anî ziman jî, helbet komên çekdar û milîsên ne qanûnî pêşiya wê yekê digirin û nahêlin Şingal avedan bibe û xelk vegere ser cih û warê xwe. Heta niha gelek gorrên komî nehatine vekirin. Em daxwaz dikin ew gorr bên vekirin.

Rêveberê kempa Şarya ya penaberên Şingalê Hekar Mihemed Emîn diyar kir îro roja sêşemê 03.8.2021ê ji aliyê xelkê ve salvegera cenosayda Şingalê li kempa Şarya û Kebertûyê hate bîranîn.

Rêveberê kempa Şarya ya penaberên Şingalê Hekar Mihemed Emîn ji BasNewsê re axivî û aşkere kir, penaberên Şingalê yên beşdar bûn di merasîma yadkirina komkujiya Şingalê de daxwazê ji Hikumeta Iraqê dikin dosyayê bibin Dadgeha Lahayê da ku keysa cenosayda Şingal bê rêvebirin, çunku heta Iraq nebe endam keysa Şingalê weke pêdivî nayû rêvebirin, lewra îsal jî di salvegera cenosayda Şingalê da penaberên Şingalê daxwaz kirin Iraq bibe endam li dadgeha Lahayê da ku karesat û cenosayd dûbare nebin.

Herwiha Hekar Emîn dibêje: ‘’Îsal ji ber vîrusa Koronayê çi çalakiyên mezin nehatine encamdan, lêbelû penaberên Şingalê çend kesek kom bûn û dengê xwe bilindikirin ji bo wê çendê rêgiriyê li cenosaydan nû bê kirin.’

Enqere-Heciyan: 06. 08. 2021

Back to top button