Qesra Spî: Amerîka li ser azadkirina hemû dîlên Xezeyê û rawestandina şer dixebite
Kirby tenê rojek piştî ku Netanyahu konfêranseke rojnamevanî li dar xist û tekez kir ku ti planên wî tune ku ji Korîdora Philadelphi vekişe, axivî.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Amerîkî John Kirby ji rojnamevanan re got, Amerîka li ser pêşniyarekê kar dike ji bo azadkirina hemû 101 rehîneyên mayî li Xezayê û rawestandina şer li vê deverê. .
Kirby got:”Tîma me hîn jî li ser hewldana vê yekê dixebite, Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden “dê 110% li ser vê yekê bimîne ku em bikaribin vê yekê ji xeta dawîyê derbas bikin û wiya di zûtirîn dem de ji hêla mirovî ve pêk bînin. Em li ser pêşniyarekê dixebitin ku serbestberdana dîlên mayî misoger bike. Ev pêşniyar dê “arîkariya mezin û lezgîn ji bo gelê Xezayê dihewîne, û di heman demê de dê bibe sedema rawestandina şer.”
Qeter û Misir ji bo peymana bi alîkariya DYA’yê navbeynkarên sereke bûn. Kirby got ku Amerîka bi Qatar û Misirê re di nav danûstandinên berdewam de ye.
Wî got ku ew her du welatên erebî bi Hamasê re têkilî danîbûn, wî anî ziman jî ku dema kar dê kengê bi dawî bibe tuneye.
Wî amaje bi 6 dîlên ku dawiya hefteyê de ji aliyê Hemasê ve hatîn kuştin kir, , di nav 6 kesên hatîn kuştin de Hersh Goldberg-Polin, 23 salî bû, hemwelatiyê Amerika bû.
Kirby got, “Kuştina dawiya hefteyê tenê hesta lezgîniyê dertêxe ber çavan.”
Îsraîl di van çend rojên dawîn de amade bû ku ji Qeter, Misir û Dewletên Yekbûyî re peyamekî di derbarê dîlên destê Hemasê de werbigire.
Serokê Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê Yuli Edelstein, daxûyaniyek da rojnameya Jerusalem Post û got : “Ez wê baweriyê deme ku, dê di dawiyê de DYA, li gel Misrê û Qeterê peymenekî pêşniyar bikin û bêjin yan qebûl bikin yan jî herin.