Piştî êrîşa li ser Kongresê li Qesra sipî berdevkê Qesrê Kayleigh McEnany konferansek çapemeniyê li darxist.
McEnany da xûyakirin ku , ew li ser navê Qesra Sipî hemûyê diaxêve. McEnany got: Ew bûyera me li Kongresa miletê xwe dîtî şermek mezine û li dijê nirxên Amerikayê ne. Em vê bûyerê bi navê desthilata xwe bi tundî şermezar dikin. Divê ewên ne yasayî tevgeriyane bêne dadgeh kirin.
Berdewamiya axavtina xwe de berdevka Qesra Sipî got:Mafê protestoyê di destûrê de madeyekî de hatiye parastin. Ew bûyerên me li Washington û deverên din dîtin ne li gora vê qanûnû ye. Roja çarşembê ew tiştên ku me di eywanên avahiya Kongres de dîtin ne karanina mafekiye.
McEnany da xûyakirin ku ew ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn xemginin û helwesta hêzên asayîşê jî bi qehremanî navkir.
Dawiya axavtina xwe de McEnany got: Duh ewên ku avahiya Kongresê de tundî kirîn hemû li dijê nirxên vê desthilatê ye.Li Qesra Sipî herkesek ji bo desthilat bi awayek rasteqênî bê radestkirin dixebitin. Niha divê em hemû ji bo Amerikayê werin bahev û tundî û tujiyê red bikin.