CivakRojev

Qaymeqamê Şingalê: Xelkê Şingalê bêhêvî ne û ji ber wê jî koçber dibin

Qaymeqamê qeza Şingalê da zanîn ku xelkê Şingalê ji ber bêhêvîbûna xwe ji hikûmeta Iraqê û rewşa nebaş a ewlehiyê û ji ber PKKê koçber dibin.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mahma Xelîl daxûyakirin ku: Ev demek e xelkê Şingalê koçberî derveyê welat bûne û heja berdewamin û divê rêz li wan bê girtin û alîkariya wan bê kirin ku vegerin ser malên xwe. Ev çend sal in penaber di konan de dimînin û nikarin rê li ber wan bigirin. Ji ber rewşa xirab ya ewlehiyê, hebûna PKKê û nakokiyên siyasî yên li Şingalê, ku bûye sedema koçberbûna bi hezaran welatî ji derve, nikarin vegerin malên xwe.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Xelîl got: Sedema koçkirina kurdên êzîdî bo derve Bexda ye û Herêma Kurdistanê tenê dikare fişarê li ser wan bike û erkê hikûmeta Iraqê ye ku ji bo wan kesan kar bike.

Back to top button