Qatilê teqina Hewlêr hate kuştin
Plangerê 2 teqînên Hewlêrê ku Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê yê DAIŞê, ji aliyê Tîma Dijî Teror a Herêma Kurdistanê ve hat kuştin.
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê (Parastin) Allaw Pair Ehmed el-Zawî yê bi navê Ebu Qasim tê nasîn, li navçeya Hewiceyê ya ser bi Kerkûkê ve di encama operasyonek hevbeş a Tîma Dijî Teror a Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de hat kuştin.
Hat ragihandin Ebû Qasim plangerê êrişên Parêzariya Hewlêr û Enkawa bû.
Li gorî agahiyên Parastinê Ebû Qasim plangêrê çend êrişên li Kerkûkê jî bû.
19ê Mijdara 2014ê li avahiya Parêzgariya Hewlêrê di encama êrişek bi wesayîta bombekirî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 29 kes jî birîndar bibûn.
17 Nîsanê di encama teqînê li nêzîk kafeterya Nelly bi rêya otomobîleke bombekirî û ji dûr ve hatibû teqandin, 2 kurdên Bakurê Kurdistanê, şehîd bibûn, herwiha 10 welatiyên din ên sivîl birîndar bibûn.