Polîtîk

Behsa rewşa jinên kurd kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Zeyneb Bangura, daxwaz ji saziyên civaka medenî û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî kir ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Ji aliyê xwe ve, Bangura alîkariya xwe bo Kurdistanê dûpat kir.

 Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Zeyneb Bangura kir.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan behsa rewşa koçberan û bi taybetî rewşa jinên kurdên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û destdirêjî li wan hatibû kirin, kir û ji bo vê mebestê lêkolînên pêwîst ligel aliyên pêwendîdar kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji saziyên civaka medenî û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî kir ku berdewam bin li ser piştgîrî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta bêtir hevkariya qurbaniyên destê terorê û çareserkirin û dermankirina birînên wan.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji bo vê mebestê amadehiya Hikûmeta Kurdistanê bo her alîkariyekê bo koberan diyar kir.

Back to top button