YNK: Em ji PDKê dixwazin dest bi guftûgoyan bikin
Endamê Desteya Karîgêr a Polîtburoya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan ji Rûdawê re got: “Em wek YNKê bo her cûre guftûgo û danûstnadinên li gel PDKê amade ne û binavê YNKê jî ev daxwazên me hene, ji ber ku aşkere ye, em û PDK 2 hêzên mezin in û em dikarin bi danûstandinê her tiştî yekalî bikin.”
Ew encamên sindoqên dengdanê ku heta niha ketine destê partiyan, ne encamên dawî yên dengan in lê baş aşkere bûye, ku di vê qonaxa niha li der destê komîsyonê de ye, dê ti guhertineke berbiçav çênebe.
Komela Îslamî ya Kurdistanê dibêje, di nav 4 rojên bê de yekalî dibin, ku wek 4 salên derbasbûyî dê beşdarî kabîneyê bibe an jî dê bibe opozisyon.
Berdevkê Komela Îslamî Rêbwar Hemed dibêje: “Em niha li benda encamên fermî ne, ku komîsyon dê piştî skalayan ragihîne. Piştî wê gava berçavê me ronî bibe, em dê di asta serkirdayetiyê de li hev rûnin û biryarê bidin.”
Di warê yasayî de pirsa pêkanîna hikûmetê gava destpê dike, ku berbijêrê PDKê wek serkevtiyê yekem erkdar dibe û maweya bi qasî mehekê jî dema li ber wî ye. Lê nîşanên seretayî yên niha wê derdixin, ku serkevtiyê yekem bo vê kabîneya nû hesabekî hûr ê pêşwext dike.
Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Husên bo Rûdawê got: “Di salên derbasbûyî de bingeha pêkanîna hikûmetê bi rêkevtineke siyasiyan ve girêdayî bû, bi taybet jî rêkevtina di navbera PDK û YNKê de. Hikûmeta nû jî li ser bingeha dengên aliyan û peywendiya PDKê li gel wan dê pêk were.”
Kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe de rastî gelek pirsgirêk û kêşeyan hat lê li beramberî van gelek tehdeyan serkevt û xwe gîhand armanca xwe û dîsa jî xelk niha piştî dengdanê li benda pêkanîna hikûmeta nû û destpêkirina projeyan û başkirina birêveçûnê ye.