Qaçaxçîtiya Silêmaniyê, Koronayê li Kurdistanê zêdekir
Li Kurdistanê hejmara zêdetir pêketiyên hilgirê pejika Korona li tixûbê bajaroka Pênciwêne û bûye pirseke girîng û metirsiya nîştecihên deverê. Welatiyên wê deverê dûpat dikin ku sedema bilindbûna hejmara pêketiyên Korona li Pênciwên peywendî bi qaçaxçîtiyê heye ku li Başmax tê kirin û demekê karmendên tendirustiyê jî ji wir hatibûn dûrxistin.
Azad Letîf nivîskar û çavdêrê siyasî li Pênciwên ragihandiye derbasgeha navdewletiya Başmax li salên derbasbûyî de, ji ber nebûna şefafiyeta dahatê û dizîna dahata wê ji aliyê berpirsên YNK ve berdewam cihê dilgiraniya xelkê de bûye.
Her wiha Azad Letîf dide zanîn ku li gel serhildana Korona ji ber berdewamiya danustandinên bazirganî û îhmalkirina rêkarên tendirustiyê, wê derbasgehê wiha kir ku di demeke gelek kêmda, zêdetirîn pêketiyên Korona li navçeya me da hebê.
Ji aliyê xwe ve Dr Xalîd Abdula Birêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Şehîdan li Pênciwên ragihand, heta diçe hejmara pêketiyên Korona li nav navenda Pênciwên zêde dibe û eger welatî rêkaran bi cîh nekin, nikarîn rewşê kontrol bikîn û wê demê karesateke mezin rû dide.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku heta niha nêzîkî 70 kesên hilgirê pejika Korona li devera wan da hatiye tomar kirin û tê pêşbînî kirin rojên pêş de, rêjeke berbiçav bilind bibê.
Bajaroka Pênciwên dikevê Bakûrê Rojhilata Parêzgeha Silêmaniyê niha Korona gefeke ciddî li ser jiyana wan dirust kiriye û Derbasgeha Navdewletiya Başmax jî yek ji sedemên serekî yên bi lez belavbûna virusê ye.
Silêmanî 505 kes pêketîne 13 kes canê xwe ji dest dane û 163 kes başbûne
Hewlêr 299 kes pêketine 3 kes canê xwe ji dest dane û 230 kes başbûne
Dihok 97 kes pêketine 0 kes canê xwe ji dest dane û 26 kes başbûne
Helepçe 22 kes pêketine 0 kes canê xwe ji dest dane û 22 kes başbûne
Kurdistan bi giştî 930 kes pêketine 16 kes canê xwe ji dest dane û 441 baş bûne