Polîtîk

PYDê welatparêzan davêje binê zindanan

Endamekî ENKSê dibêje, PYDê Rojavayê Kurdistanê talan dike û Kurdan ji wî perçê Kurdistanê derbeder dike, rojane eger kesekî azad bike, 3 kesên din digire, ku nexasim welatparêzan davêje binê zindanan. Dr. Kawa Azîzî, endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê ne partiyeke Kurdî ye û nehatiye Rojavayê Kurdistanê azad bike, lê belê ejînda û berjewendiyên Îran û Hikûmeta Sûriyê cîbicî dike. Bi eşkere bergiriyê di ber rêjîma Sûriyê de dike.” Azîzî wiha got: “PYDê Rojavayê Kurdistanê talan dike û Kurdan li wir derbeder dike. Dixwaze pirsgirêka Kurdî li wir nemîne, herwiha ewle û asayiş li bajarên Kurdistanê nemînin. Heroj endam û alîgir û serkirdeyên ENKS û PDK-Sê digirin û wan eşkence dikin. PYDê siyseteke tundrewî û terorê li dijî wan kesan bikar tine ku xwedî hesên neteweyî ne.” Wî endamê ENKSê wiha domand: “Rojane eger PYDê kesekî ji zindanên xwe berde, 3 kesên din digire, ku dixwaze hemû welatparêzan bavêje binê zindanan û ti projeyên wê bo gelê Kurd tune ne.

Back to top button